Malbata rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ji bo ku xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbata rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
16 cotmeh, 2020   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dîneç ji bo ku biçine Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.