Siyasetmedarên lîbyayî: Tirkiyê hewldanên çareserkirina aloziya Lîbayayî asteng dike

Ruxmî hewildanên dewletên  navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya Lîbayayê jî, Tirkiyê aloziyê gur dike. Çavdêr diyar dikin ku Enqere roleke xirabkar dilîze û li berjewendiyên xwe digere.

Siyasetmedarên lîbyayî: Tirkiyê hewldanên çareserkirina aloziya Lîbayayî asteng dike
16 cotmeh, 2020   07:06
QAHÎRA –EMANÎ EZAM

Tevî kedên siyasî yên ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, dewleta Tirk di bin navê lihevekirina leşkerî bi hikumeta Terablusê re projeyên xwe yên leşkerî li Lîbyayê didomîne.

Destpêka hefteya derbasbûyî, perwerdeyên leşkerî yên Tirkiyê li baregehên leşkerî yên li rojhilatê Terablusê dest pê kirin. Perwerde girêdayî bikaranîna çekên giran û yên pêşketî, ajotina keştiyên şer û operasyonên daketina asîmanî li beravên qûm û kevirî ne. Her wiha bikaranîna tankên M60 yên Tirkiyê di nav de ne. Li kêleka perwerdeyên nû, derxistina çekan ji Tirkiyê ber bi baregeha asîmanî ya Wata ya li Cerablus û Mesratayê ve didome.

Ev pêşketin hemû hemwextî ku lîbyayî li benda jihevxistina mîlîsyan  û derxistina çete û Tirkiyê ji Lîbyayê ne.

Li ser vê mijarê lêkolîner û akademîsyenê lîbyayî, Cibraîl E-Ubeydî ji ANHA'yê re axivî û got "Tirkiyê hîna rola xirabker dilîze û di projeya xwe ya berfirehbûnê de koma Îxwan bi kar tîne. Niha hewl dide aliyên ku dixwazin rewşa aram şantajî bikin da ku qezenciyên bêtir bi dest bixîne."

El-Ûbeydî diyar kir ku piştî nêrînên hêzên mezin derbarê çareserkirina aloziya Lîbyayê de nêzî hev bûn, Tirkiyê ya ku hewl dida bi tenê kêka lîbyayî bistîne û petrola wê talan bike, ditirse destvala ji Lîbyayê derkeve.

Akademîsyenê lîbyayî got:"Bi nêrîna min, ji ber lîstokên Erdogan ên qirêj wê Tirkiyê destvala ji Lîbyayî derkeve û wê binkeftiyê yekemîn be."

Nêrîna şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Ridwan Fîtorî jî heman bû. Fîtorî got, Tirkiyê dixwaze aloziya Lîbyayê bidome, ji ber dizane ku avakirina dewleteke lîbyayî dê hebûna Tirkiyê li rojavayê Lîbyayê bi dawî bike.

Fîtorî ji ANHA'yê axivî û destnîşan kir ku Tirkiyê dixebite ku hebûna xwe bi dehên salan li Lîbyayê mîsoger bike, ji ber vê yekê baregeha Wetiya bi temamî restore kir û berfireh kir, dîsa jî depo û tunel di bin erdê de ava kirin.

Şîrovekarê lîbyayî da zanîn ku Tirkiyê dest danîye ser benderên Terablus û Mesratayê û bi Fayiz El-Serac re peyman îzme kiriye da ku Lîbayayê bejahî, deryayî û asîmanî bifroşe û got:"Tirk plana mayîna xwe li Lîbyayî dikin ji ber ku jêdera rizq û hêza wan e da ku xîlafeta xwe ya Osmanî ava bikin."

Fîtorî destnîşan kir ku Erdogan nikare bi siyaset û bê zextan ji Lîbyayê derkeve, hemû bangên Neteweyên Yekbûyî û yên navneteweyî yên derbarê Lîbyayê binpê dikin û got: "Me dît, dema Yekitiya Ewropayê gelek caran bang lê kir lê bang bi cih nayne û zextê li Ewropa dike û wê bi kaxeza koçberiya ne rewa tehîdîd dike."

ANHA