Îlham Ehmed: Ji bo lihevkirina bi hikumeta Şamê re hewcedarî bi mucîzeyekê heye

Îlham Ehmed got pêwîstiya lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi mucîzeyekê heye. Lê deriyê diyalogê li pêşiya tevahiya aliyan vekirî ye û lihevkirina gelê Sûriyê ji bo wan gelekî girîng e. Îlham destnîşan kir ku pêkhatina şerekî navxweyî tê wateya bidawîbûna hikumeta Şamê.

Îlham Ehmed: Ji bo lihevkirina bi hikumeta Şamê re hewcedarî bi mucîzeyekê heye
16 cotmeh, 2020   11:05
 NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di hevpeyvînekê de duh bi şev bi kanal Ronahî TV`ê re dema tev li bernamaya Mesarat bûbû, ku ji hêla rojnamevan Zîwir Şêxo ve tê amadekirin, têkildarî komxebatên ku MSD ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî li dar dixe, sedemên têkçûna rêbazên MSD`ê ji bo pêkanîna dan û standinan bi hikumeta Şamê re, bandora daxuyaniyên Rûsyayê yên dawîn ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêyên çareseriyê axivî.

Têkildarî tevgerên hinek saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê di derxistina tevliheviyê li herêmên Rêveberiya Xweser de, Îlham Ehmed piştrast kir ku aliyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê plan dikin ewlehiya herêmê têk bibin, bi taybet bûyerên ku li bajarê Dêrazorê rû dane û wiha domand: “Me hinek belge û nameyên bi mohra aliyên ewlehiyê ku ji hêla aiyên fermî ve hatine derxistin, bi dest xistin. Ev name ji şêxên êlan û hinek kesayetan re hatina şandin da ku tevliheviyê li herêmê derxin û Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) bi derxistina wan tevliheviyê tawanbar bikin. Ji wir, agirê şerekî nû ji aliyê êlan ve li herêmê dest pê dike. Planek heye ku êlan li dijî QSD`ê bi rêxistin bikin. Aliyên ewlehiyê ew vê karê organîze dikin. Ev gurkirin, rêbazekî dijminahî ye ku hikumeta Şamê niha dimeşîne. Hikumeta Şamê armanc dike wan herêmên li derveyî hegemonyaya wê, careke din kontrol bike.”

‘DERXISTINA ŞER TÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA REJÎMÊ’

Girêdayî daxuyaniyên hikkumeta Şamê Îlham wiha axivî: “Bi rastî ev daxuyaniyî xizmeta gelê Sûriyê û nasnameya Sûriyê nake. Tenê berjewendiyên hineka aliyan pêk tîne. Ew dizanin ku derxistina şerekî li vê herêmê, tê wateya tunebûna rejîmê bi temamî. Bi destpêkirina şerekî navxweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ev tê wateya bi dawîbûna rejîma Sûriyê û serdema dewletê. Ez ne gefê dixwim lê belê ez xeteriyên heyî dîbînim.”

Îlham destnîşan kir ku şêniyên herêmê, herêmên xwe bi rê ve dibin, bi rêya dan û standinên siyasî çareserî û diyalogê pêkane, MSD`ê deriyê diyalogê negirtiye, lê gefxwarinên domdar xizmeta berjewendiay Sûriyê nake û wiha pê de çû: “Di encamê de em bi diyalogê re ne. Em ne bi çek re ne. şer û pevketin ne vebijarka me ye. Diyalog hertim armanca me bû. lê hişmendiya heyî hişmendiya Baas e û ew naxwaze ji vê çarçoveyê derkeve.”

‘DIBE KU EM BI HEWCEDARIYA MUCÎZEYEKÊ BIN DA KU BIGIHÊJIN DIYALOGÊ’

Di berdewama hevpeyvînê de Îlham Ehemd got: “Heta niha, me gelek rêbazên diyalogê bi hikumeta Şamê re dane meşandin. Me gelek rêbazên din ên diyalogê jî pêşkêş kirin. me bi rêya hinek dewletan mîna Rûsyyê  hewl da dest bi diyalogê bikin. lê dîsa bê encam bûn. me xwest ku Rûsya rola dabînker bilîze, lê wisa nebû. Dibe ku em bi hewcedariya mucîzeyekê bin heta ku rejîma Sûriyê dest bi diyalogeke cidî bike.”

Der barê helwesta Rûsyayê ji diyaloga Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hikumeta Şamê re, Îlham ev agahî parve kir: “Ji destpêkê ve Rûsya piştgiriya rejîmê kir. Serkeftinên ku rejîmê bi destxistine jî encama wê piştgiriyê bû. Derengmayîna prosesa siyasî bi vî şeklî rejîma Sûriyê xurt kir. daxuyaniyên Rûsyayê jî yên dem demê, peyaman radigihîne aliyê Amerîkayê yê li herêmê re. Me hêvî dikir ku ev peyam zirarê nedin şêniyên herêmê û berjewendiyên gelê Sûriyê û roleke neyînî di sorkirina dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nelîzin.”

Îlham Ehmed wiha domand: “Hevdîtinên me li Moskovayê erênî bûn. Ji wan re hate destnîşankirin ku em nexwedî projeyeke parçebûnê ne. tu niyeta me di vî warî de jî tune ye. Me hinek bendên ku pêwîstiya yekitiya axa Sûriyê piştrast dikin, Îmze kir. Me xwest ku daxuyaniyên Rûsyayê girêdayî mijarê erênî bin.”

Her wiha Îlham Ehmed îşaret pê kir ku daxwaza derxistina Amerîka ji Sûriyê heye, wê demê divê çareseriyek giştî hebe. Divê çareserî li hikumeta Şamê bê ferzkirin û wê neçarî diyalogê were kirin. Divê rola Rûsyayê were aktîfkirin da ku zextê li rejîmê bike ji bo ku li ser masaya diyalogê rûne û bigihêjin çareseriyeke siyasî.

‘LIHEVKIRINA ALIYÊN SÛRIYÊ JI BO MSD`Ê GIRÎNG E’

Der barê lihevkirina Sûrî-Sûrî de Îlham da zanîn ku ev lihevkirin ji bo MSD`ê ji lihevkirina bi hêzên din ên li Sûriyê re girîngtir e. Ji ber ku hebûna lihevkirinekê di navbera aliyên Sûriyê de, dê bi awayekî mezin bandor li biryara civaka navneteweyî bike û wiha berdewam kir: “Yê ku pêşeroja Sûriyê xêz dike, gelê Sûriyê bi xwe ne. Ne hêzên ku mudexeleya kar û barên Sûriyê dikin. Şaştiya herî mezin ku di aloziyê de ji destpêkê ve û heta niha hatiye kirin, hiştina çaranûsa gelê Sûriyê bi destên hêzên ku mudexeleya Sûriyê dikin.”

Têkildarî pêknehatina lihevkirinê heta niha, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed bal kişand ser proje û çareseriya ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatiye pêşkêşkirin û diyar kir ku ew proje ya aliyên derve ye. Lewre ji berjewendiyên wan dewletan e ku di dan û standinan de bingeh bibînin. Berjewendiyên wan dewletan di diyalogan de esas têne girtin ne yên gelê Sûriyê.

Îlham Ehmed di dawiyê de got: “Yanî tevahiya kongre û çareserî bi bin ketin, ji ber ku gelê Sûriyê tê de cih negirtin. Ev jî aloziyê girêktir dike û temenê wê û temenê rejîmê dirêj dike.”

(şx)