Ruxmî zehmetiyan jî şaredariya Kobanê projeyên girîng pêk tîne

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê, di salên dawî de gelek projeyên mezin pêk anîn, lê ji ber gelek sedeman hin proje di dema heyî de hatin sekinandin.

Ruxmî zehmetiyan jî şaredariya Kobanê projeyên girîng pêk tîne
Ruxmî zehmetiyan jî şaredariya Kobanê projeyên girîng pêk tîne
Ruxmî zehmetiyan jî şaredariya Kobanê projeyên girîng pêk tîne
Ruxmî zehmetiyan jî şaredariya Kobanê projeyên girîng pêk tîne
16 cotmeh, 2020   05:17
KOBANÊ

Şaredariyên gel ên kantona Kobanê ya herêma Firatê, projeyên mezin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne. Ji wan avakirina taxeke pîşesazîya mezin li bajarê Kobanê, avakirina stadeke mezin a futbolê ya yekemîn li Kobanê, her wiha projeyên kanalîzasyonê û hwd û pêkanîna hin projeyan hîna berdewam dikin.

PROJEYA TAXA PÎŞESAZÎ Û BUROYÊN EREBEYAN

Şaredariya Gel a Kantona Kobanê li derveyî bajêr taxa pîşesaziyê ava kir. Ev proje ji 810 dikan û garacên pîşesaziyê pêk tê, ji wan 18 gerac in, 236 dikanên biçûk in û 556 dikanên mezin. Firehiya vê taxê 20 hektar e û projeya herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şaredariyê ev proje Tîrmeha 2018'an de dabû destpêkirin û du sal ji bo bidawîkirina wê diyar kiribû, piştre 2 salan ji ber sedeman 6 mehên din li ser dirêj kir.

Sedemên derengmayîna pêkanîna projeya taxa pîşesaziyê, mercên ku herêm tê re derbas bûn, êrişên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, vîrusa koronayê û guhertinên ku di vê projeyê de hatin pêkanîn, wekî zêdekirina derdora 14 dikanên din ên pîşesaziyê.

PROJEYA STADA FUTBOLÊ

Projeya stada futbolê ya yekemîn li kantonê ye. Ji ber siyasetên paşguhkirinê hikumeta Baas ya li beramberî herêmên bakur Sûriyê di dema hikumê wê de, tu stad li kantonê nehatibûn vekirin.

Li ser vê yekê, Şaredariya Gel bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Desteya Diravî û Desteyên Rêveberiyên Herêmî û Hawirdorê di nêvîna sala borî de projeya stadê dabû destpêkirin û salek ji bo qedandina wê diyar kiribû, lê hîna xebatên wê didomin.

Derengmayîna pêkanîna vê projeyê jî vedigere gelek sedeman, ji wan; berfirehbûna stadê, avakirina sûkekê li derdora wê, her wiha berfirehkirina klubên werzîşê û avakirina jêrzemîna stadê.

Berpirsên vê projeyê ji ANHA'yê re diyar kirin ku tê texmînkirin ku ev proje Hezîrana bê bi dawî bibe.

Stad, ji 4 holên werzîşê, 2 odeyên guhertina cilan, odeya rêveberiyê li jêrzemînê ku berfirehiya wê hezar û 500 mître kabil e. Her wiha derdora 88 dikan li derdora stadê hene.

PROJEYA RÊYAN

Li kantona Kobanê, gelek rê ku sala borî hatibûn restorekirin, ji ber kêmbûna pisportiya hunerî an jî nebaşbûna şêweyê pêkanîna îsal dîsa têne restorekirin. Mîna rêya Kobanê- Cerablus ku derdora 20 kîlmetre jê hatibû restorekirin, lê di demeke kurt de bi ziyan bû, her wiha gelek rêyên li navenda bajêr jî xirab bûn.

Projeya Burca Saetê, kolana 24 û Çerxerêya Jina Azad

Şaredariya Gel a Kantona Kobanê bi rêjeya ji sedî 90 rêya kolana 24'an qîr kir. Ev rê çerxerêya Jina Azad û rêya Helebê bi hev ve girê dide, her wiha di devera Burca Saetê re derbas dibe. Ji ber guhertina gelek projeyan û ji nûve avakirina bû sedema çêbûna kortan li rê.

Dîsa çerxerêya Jina Azad jî nû ve hate restorekirin û parzûnên avê lê hatin danîn.

ANHA