Girtina deriyê Til Koçerê azarên koçberan li Sûriyê zêde dike

Durûtiya pîvanên navneteweyî girêdayî dan û standina bi koçberên di nava kampên li Sûriyê de, bi hatina zivistanê re bandor li wan dike, nexasim li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Deriyê sînor ê tekane ji bo derbaskirina alîkariyên navneteweyî ji destpêka Çileya borî ve hatiye girtin.

Girtina deriyê Til Koçerê azarên koçberan li Sûriyê zêde dike
16 cotmeh, 2020   02:42
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎDAR REMO-YARA MIHEMED

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin. Ji milekî ve hikumeta Sûriyê û ji milekî din ve komên çeteyan, dewleta Tirk û desthilatên Başûrê Kurdistanê.

Ya ku azara gelên herêmê zêde kirine, dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin doza mirovî jî li gorî siyasetên xwe bi kar tînin. Ew dewlet bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser siyaseta birçîkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz dikin.

RÛSYA Û ALOZKIRINA DOSYEYÊ

Rûsya beriya ku bi awayekî yekser mudexeleya aloziya Sûriyê  bike, mafê Veto li dijî her projeyeke Meclisa Ewlehiyê ku zirarê bi rewabûna hikumeta Şamê dike, bi kar anî.

Rûsya ji bo ku planên xwe li Sûriyê pêk bîne, dijberî biryara Konseya Ewlehiyê ku dihêle alîkariyên mirovî derbasî herêmên Sûriyê bibe, derket û tenê hişt ku ev alîkarî tenê bi rêya du deriyên sînor derbasî Sûriyê bibin, Bab El-Selam û Bab El-Hewa yên ku di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de. Ev jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyên navneteweyî bê par dihêle.

TIL KOÇER Û FERZKIRINA DORPÊÇÊ

Deriyê sînorê Til Koçer duyemîn mezintirîn deriyên sînor ên di navbera Sûriyê û Iraqê de ye. li bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Bi 60 km ji navçeya Dêrikê, bi 90 km ji bajarê Qamişloyê û bi 135 km ji Hesekê dûr e. Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG-YPJ) di dawiya Cotmeha 2013`an de ji DAIŞ`ê rizgar kir.

Ruxmî ku Til Koçer dergeha tekane ya di navbera Sûriyê û Iraqê de ye ku dikeve ser rêya M4, lê di dirêjahiya şerê li Sûriyê de di encama hewldanên aliyên ku mudexeleya Sûriyê dikin di sêrî de Rûsya, ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ma.

Di Kanûna borî de, Rûsya û Çînê mafê Veto li dijî projeya biryara ku dihêle alîkarî bi rêya deriyên sînor ên bi Iraqê û Tirkiyê re heta salekê derbasî herêmê bibin, bi kar anî. Li konseya ewlehiyê, ji bo erêkirina her biryarekê divê 9 endamên konseyê erê bikin, beyî ku Rûsya yan jî Çîn yan jî DYA yan jî Fransa yanî Brîtanyayê mafê Veto li dijî wê biryarê bi kar bînin.

Piştre makenîzmeya derbaskirina alîkariyên navneteweyî ji Sûriyê re hate dirêjkirin lê tenê bi rêya du deriyên sînor Bab El-Hewa û Bab El-Selam re yên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de. Deriyên Til Koçer û El-Ramsa hatin girtin.

GIRTINA DERIYAN MIJAREKE SIYASÎ YE

Mudirê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku li gorî pêşbiniya wî girtina deriyê Til Koçer vedigere gelek sideman ên herî girîng jî sedemên siyasî ne û wiha domand: Destpêka rizgarkirina Til Koçer, hikumeta Iraqê banga pêwîstiya dan û standina bi karmendên hikumetê re û pêwîstiya rakirina ala Sûriyê kir. lê ev hemû hincetên ne rast in. Ev mijar, ji binî ve siyasî ye.

Ehmed di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku gelek hevdîtin bi hikumeta Iraqê re girêdayî vekirina deriyê hatin lidarxistin, lê koordîneya wê bi hikumeta Şamê re û zextên Îranê rê nadin ku derî vebibe.

Her wiha Ehmed da zanîn ku Rûsya û Çînê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk Veto bi kar anîn, di encamê de deriyên Til Koçer û Ramsa yê bi Urdinê re hatin girtin û tenê deriyê sînor ê bi Tirkiyê re Bab El-Hewa vekirî ma. Ev girtek jî ji bo pêkanîna armancên siyasî hatin girtin da ku zextê li Rêveberiya Xweser were kirin û ji aiyekî din ve, da ku alîkarî bi rêya Şamê bigihêje herêmê û di bin kontorla hikumeta Şamê de bimîne. Dibe ku ev alîkarî jî negihêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ehmed îşaretpê kir ku Vetoya Rûsya û Çînê, berjewendiyên dewleta Tirk a ku herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike û berjewendiyên hikumeta Şamê ji bo şertên xwe bi Rêveberiya Xweser bide qebûlkirin, pêk tîne.

FERZKIRINA SIYASETA BIRÇÎKIRINÊ LI SER 800 HEZAR KOÇBER Û 4 MILYON NIŞTECIHAN

Biryara girtina deriyê sînor ê Til Koçer bi awayekî neyînî bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku di bingehê de di dorpêçeke tengav de ye, kir. Biryara derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê tekane yê bi Tirkiyê re ji herêmên diyar li Sûriyê ku di bin dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de, jiyana zêdetirî 4 milyon niştecihên herêmê dixe xeteriyê.

800 penaberên Sûriyê yên ku di encama şerê li Sûriyê de koçber bûne niha di 15 kampan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di herêmên navbera herêmên Cizîr, Efrîn, Minbic, Tebqa, Reqa de û li kampên bê ser û ber li gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê, gundewarên Reqa, Tebqa û Minbicê bi cih bûne.

ZIVISTAN LI BER DERÎ YE

Li rex wan azaran, koçberên di nav kampan de, zehmetiyan ji ber şert û mercên hawayê yên ku bi hatina zivistanê re dijwartir dibin, dikişînin. Derfetên sînordar ên Rêveberiya Xweser û paşguhkirina civaka navneteweyî pêşkêşkirina alîkariyan, azarên wan zêde dikin.

Asya Mihemed ji bajarê Serêkaniyê ye, tevî malbata xwe yak u ji 8 endaman pêk tê, di encama dagirkirina dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de di 9`ê Cotmeha 2019`an de, koçber bû û di kampa Weşokanî de dimîne.

Asya rewşa xwe bi trajedîk wesifand û got: Nivîn û bataneyên me rizîne. Konê ku em di bin de dimînin, hem mutbaxe hem jî serşok e.

Asya destnîşan kir ku ji bilî xebatên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike, rêxistinên din tiştekî pêşkêş nakin.

Di dawiyê de Asya bang li rêxistinan kir ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û bi wan re mîna mirovan bidin û bistînin.

Yusra Deham Abdullah dayîka 10 zarokan e dibêje: Em koçber bûn, malên me şewitandin û milkên me talan kirin. Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên sînordar alîkariya me kir. em ji zivistanê re ne amade ne. Ez nikarim zarokên xwe bi cil bikim. Hêvî dikim ku rêxistin hemû alîkariya me bikin.

Koçberê bi navê Îmad El-Hemûd ê ji Serêkaniyê rave kir ku ew bi xem in ku zivistan dijwar be, pêwîstiya wan bi gelek pêdiviyan hene mîna sotemenî û batanî. Her wiha bal kişand ser ku Rêveberiya Xweser tu kêmasî nekirin, di havînê de her tişt ji wan re pêşkêş kirin.

BARÊ RÊVEBERIYA XWESER GIRAN DIBE, DIVÊ RÊXISTIN YEKSER MUDEXELE BIKIN

Şêxmûs Ehmed piştrast kir ku azarên koçberan bi zivistanê re zêde dibin. Barê Rêveberiya Xweser jî zêde dibe ya ku divê pêdiviyên bingehîn ên koçberan di nava kampan de peyda bike. konên rizî bi yên nû biguhêre, cilên zivistnê ji koçberan re, sotemenî û derman peyda bike.

Ehmed îşaretpê kir ku Rêveberiya Xweser bi hewcedariya desteka rêxistinên navneteweyî ye. Lê heta niha tu însiyatîfên pêşkêşkirina alîkariyan ji hêla Komseriya Bilind a penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî tune ye. Lewra barê mezin ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên zivistanê dikevin ser milê Rêveberiya Xweser.

Di dawiyê de Ehmed destnîşan kir ku ji erka rêxistinên navneteweyî bi taybet ên girêdayî NY`î tevahiya pêdiviyên koçberan li kampên di nava herêmên Rêveberiya Xweser de peyda bike û wiha pê de çû: “Divê Koalîsyona Navneteweyî, Yekitiya Ewropayê (YE) û Komara Ereban, zextê li rêxistinên ku bi destpêka êrişên dewleta Tikr re ji herêmê derketine, ku vegerin û karê xwe temam bikin û alîkariyan ji koçberan re pêşkêş bikin.”

(şx)

ANHA