Li Eyn Îsa turnuveya futbolê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê navçeya Eyn Îsayê, bi beşdarbûna 6 tîman turnuveyek bi rêxistin kir.

Li Eyn Îsa turnuveya futbolê
15 cotmeh, 2020   18:30
EYN ÎSA

Turnuve di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de hat birêxistinkirin. 6 tîmên futbolê yên navçeya Eyn Îsayê û kampa Girê Spî beşdarî turnuveyê bûne.

Tîmenên turnuveyê "Şehîd Zinar, Ciwanên Eyn Îsa, Şehîd Edhem, Eyn Îsa, Ciwanên Kanpa Girê Spî û Zilamên Kampê".

Maça destpêkê li stada Eyn Îsayê di navbera tîmên Ciwanên Eyn Îsayê û Şehîd Zinar de bi beşdarbûna bi dehan şêniyan pêk hat û bi serkeftina Tîma Şehdî Zinar bi 4 nuqteyan li beramberî 2 nuqeyan bi dawî bû.

Tê payîn ku 17 vê mehê mîhrîcaneke werzîşê li kampa koçberên Girê Spî were lidarxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TPv3fxUWksc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>