Rêveberê nahiya Sinûnê: Divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin

Rêveberiya nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê, lihevkirina di navbera hikumeta Bexda û herêma Başûrê Kurdistanê ya derbarê Şengalê de red kir û got, divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin û piştgiriya wê were kirin.

Rêveberê nahiya Sinûnê: Divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin
16 cotmeh, 2020   04:08
ŞENGAL

Hikumeta Federal a Iraqê û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê 9'ê Cotmehê, piştî rêzecivînan, li ser gelek mijarên girêdayî ewlehî û aramiya Şengalê gihiştin lihevkirinekê

Ev lihevkirin bêyî ku nêrînên û daxwazên xelkê Şengalê di ber çavan re were derbaskirin hate pêkanîn. Di fermana dawî ya ku çeteyên DAIŞ'ê sala 2014'an li dijî êzidiyên Şengalê pêk anîbûn de, herdu hikumetan êzidî di bin pencên çeteyan de hiştin û bûn sedema qetilkirina bi milyonan û revandina bi hezaran ku çarenûsa gelekan hîna ne diyar e.

Civaka Êzidî ya Şengalê bi hemû beşên xwe bi çalakiyan nerazîbûn nîşanî vê lihevkirinê didin.

Rêveberê nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê destnîşan kir ku ev lihevkirin ne ji bo berjewendiyên civaka Êzidî ye û wê tu encamên wê yên erênî li ewlehî û istîqrara Şengalê hebin.

Çûkê bi bîr xist ku di Tebaxa 2014'an, dema li dijî Şengalê êriş hatin kirin, aliyên ku peyman îmze kirine, şêniyên Şengalê bi tenê hiştin hiştin, wan parastina erdê xwe kirin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ava kirin,"Niha dixwazin vê hêziyê tune bikin, em vê qebûl nakin."

Çûkê destnîşan kir ku bendên vê lihevkirinê nayên pêkanîn û Êzidî qebûl nakin ku rewşa Şengalê vegere mîna beriya fermanê.

Her wiha anî zimanê "Heger bixwazin xizmeta xelkê Şengalê bikin, bela li derdora rêveberiya wan ên ku êş tam kirin kom bibin û daxwazên wan cidî bigirin û di xurtkirina îstîqrara herêmê de rol bilîzin."

ANHA