‘Planeke sîstematîk hebû da ku Kerkûkê bikin çavkaniya nakokiyan’

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê da zanîn ku bingehên dîrokî yên dagirkirina Kerkûkê hene ku ew plan hate kirin da ku bajar bibe cihê nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de û destnîşan kir Tirkiye û Îranê jî di wê yekê de roleke sereke lîst. Her wiha guhertina demografiyê li Kerkûkê wek heman guhertina demografîk a li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi nav kir.

‘Planeke sîstematîk hebû da ku Kerkûkê bikin çavkaniya nakokiyan’
16 cotmeh, 2020   08:08
ŞEHBA-MEDYA HENAN-FÎRAS ÎBRAHÎM

16`ê Cotmeha 2017`an hêzên Iraqê û hêzên Heşdî Şabî yên girêdayî Îranê bajarê Kerkûkê dagir kir.

Piştî ku hikumeta Başûrê Kurdistanê referandum xist rojevê, hikumeta Bexdayê bi piştgiriya Tirkiye û Îranê gef li Başûrê Kurdistanê xwarin.

Bexdayê redkirina herêmê û navneteweyî ji referandumê re bi kar anî û 16`ê Cotmeha 2017`an artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî berê xwe da nuqteyên pêşmergeyan ên li Kerkûk, Xormato, Daqûq û Hiwêcayê kir. Piştre fermandariyên hikumeta herêmê fermanên vekişîna ji bajêr da.

Piştî dagirkirina bajêr, gelek raporan behsa binpêkirinên hêzên Heşdî Şabî li dijî Kurdan kir. Her wiha  dewleta Tirk bi rêya Tirkmenên li wir serweriya xwe berfirehtir kir.

ꞌDAGIRKIRINA KERKÛKÊ XWEDÎ BINGEHÊN DÎROKÎ YEꞌ

Têkildarî mijarê, serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd got ku mijara dagirkirina Kerkûkê xwedî bingehên dîrokî ye. Kerkûk ji bo aliyên dest di kar û barên Iraqê werdidin, xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji dema ku artêşa Iraqê bajarê Kerkûkê serwer kiriye ku herêm di gelek komkujiyan re wekî komkujiya Enfalê û Helebçeyê re derbas bû, em dibînin ku Kerkûk bûye kilîta ajandeyên li herêma Iraqê û bakurê Iraqê û ji bo hêzên siyasî yên Iraqê girîng e. Ji ber ku bidestxistina  Kerkûkê tê wateya bidestxistina xêr û bêr û destkeftiyên aborî yên ên giştî yên herêmê.”

‘PLANEKE SÎSTEMATÎK E’

Reşîd da zanîn ku ji ber kiryarên hin dewletên destwerdana herêmê dikin, Kerkûk di gelek qonaxan re derbas bû û nexasim di dema serweriya rejima Baasê de ku roleke mezin di guhertina demografiya Kerkûkê de lîst. Ji ber wê yekê planeke sîstematîk hebû ku Kerkûk bibe çavkaniyeke nakokiyên di navbera hemû pêkahteyên herêmê de.”

Mihemed Reşîd diyar kir ku Kerkûk girêka bakurê Iraqê, herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên dewleta Iraqê ye û heke çareseriyeke siyasî neyê dîtin dê Kerkûk ji bo hemû aliyan girêk be. Dagirkirina Kerkûkê ji bo hemû pêkhateyan nexasim ji bo hêzên kurdî yên li wê derê, windahiyeke mezin bû.

ꞌÎRAN Û TIRKIYÊ ROLEKE SEREKE LÎSTꞌ

Der barê rola hêzên herêmî di dagirkirina Kerkûkê de û bandorên wê, Mihemed Reşîd got: “Îranê roleke sereke lîst û hişt ku Kerkûk ji bo pêkhateyên li Iraqê bibe cihê nakokiyan. Kerkûk ji bo belavkirina fikrên şîe li Rojhilata Navîn ji bo Îranê cihekî sereke bû, ji ber ku hem bi petrolê dewlemend e, hem jî şîe tê de hene.”

Reşîd rola Tirkiyê jî wiha şîrove kir: “Dewleta Tirk jî Tirkmen û komên Tirkmenan ji bo derxistina nakokoiyan bi kar anî. Ji lew re, mirov fêm dike ku du aliyên sereke hene ku hişt Kerkûk bibe bajarekî binakok, ku ew jî dewleta Tirk û Îran in.”

ꞌLI KERKÛK Û BAJARÊN SÛRIYÊ YÊN DAGIRKIRÎ HEMAN SIYASETA SÎSTEMATÎK TÊ MEŞANDIN’

Mihemed Reşîd destnîşan kir ku siyaseta li Kerkûkê tê meşandin heman siyaseta dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirine ye û wiha domand: "Çi li Başûrê Kurdistanê û çi jî li Rojavayê Kurdistanê, heman siyaset tê meşandin. Ji ber ku dema rewşa Kerkûkê tê bîra mirov yekser rewşa Efrînê tê ber çavên mirov. Siyaseta li herêmên dagirkirî û siyasetên li Kerkûkê yek in û armanca wan guhartina demografiyê ye û valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen e. Aliyên vê siyasetê dimeşînin bi planan dixwazin rastiyên li ser erdê berevajî bikin.”

Mihemed Reşîd di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Kerkûk herêmeke kurdî ye û her kes vê yekê dizane, dewletên cîran û netewperest ên xwedî fikrên nîjadperest, ji bo ferzkirina ajandeyên xwe her tim siyasetên çewisandinê dixin meriyetê. Ji lewra, dewleta Tirk hewl dide hin aliyên ereb ên xwedî hişmendiya nîjadperest bi tevger bike û bi vê yekê siyasetên erebkirinê li Kerkûkê bimeşîne û navên kolanên wê biguherîne.”

ꞌBERPIRSYARIYA MEZIN DIKEVE SER MILÊ PARTIYÊN KURDAN ÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’

Têkildarî rola partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê di bûyerên li Kerkûkê, Mihemed Reşîd got: "Partiyên siyasî berpirsyariyê radikin.”

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd bang li partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyan kir ku diyalogan li dar bixin û wiha got: “Heke Kurd û pêkhateyên din negihêjin çareseriyeke siyasî ya rasteqîn, dê li herêmê aloziyê kûrtir derkevin. Ji lew re ji partiyên siyasî tê xwestin ku bi awayekî cidî nêzî diyalogê bibin û bigihînin lihevkirinekê ku hemû pêkhateyên herêmê bigire nava xwe.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y4YS-JeUGy0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>