Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin

Pêşbirka zarokan a "Nivîskarê Pêşerojê" ya yekemîn bi belavkirina xelatan li zarokên bi ser ketine, bi dawî bû.

Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" hatin belavkirin
15 cotmeh, 2020   16:22
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê şahiya dawîkirina pêşbirka "Nivîskarên Pêşerojê" li navenda Çand û Hunerê Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ji zarokên ku tev li pêşbirkê bûne li dar xist. Di şahiyê de navên zarokên ku di pêşbirkê de bi ser ketin hatin eşkerekirin û hatin xelatkirin.

Şahî bi beşdarbûna endamê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, bi dehan zarok û malbatê xwe şahî dest pêkir.

Hola şahiyê bi nepoxên renge reng û bi amûrên mûzêkên zarokan hatibû pêşkêşkirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Destpêkê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivî, Nezîra da zanîn ku wan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşeke leşkerî dest pê kir, ew ê bi şoreşeke çandî û civakî berdewam bikin û got: "Em baş dizanin ku di van salên dawiyê de teknelojiya pêşket û cîhan tev de pê mijûl dibe, bi taybet zarok, ku ew yek asta fikrê û çandê li cem mirovan kêm dike".

Di dawiya axaftina xwe de Nezîra malbatê zarokan her wiha Destya Çandê ya Herêma Cizîrê spas kir.

Piştre koma Kulîlkên Girbawî ya stranan û koma Şehîd Cebel Qamişlo ya govendê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de komîteya amadekar pirtûk, spasname û diyarî radestî zarokan kirin, piştre 6 zarok ji beşê Kurdî û 6 zarokên din ji beşê Erebî li ser sê astan hatin xelatkirin

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, bi armanca teşwîqkirina zarokan li ser xwendina pirtûkan, pêşbirka bi navnîşan "Nivîskarên Paşerojê" û bi dirûşma "Şitla îro dara sibe ye" di meha Tebaxa borî de ragihand.

Tê payîn ku pêşbirka Nivîskarê Paşerojê ya Yekemîn a Zarokan dê bi awayekî asayî her sal di Hezîranê de li dar bikeve.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VBjqLeLZS-Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>