Li Kobanê jî 19 girtiyên ku ketin ber efûyê hatin berdan

Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê 19 girtî ku ketin ber efûya giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû, hatin berdan.

Li Kobanê jî 19 girtiyên ku ketin ber efûyê  hatin berdan
15 cotmeh, 2020   15:39
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara efûya giştî ji bo hemû sûcên ku beriya 10'ê Cotmeha 2020'an de hatine kirin, derxist. Li ser vê yekê Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê 19 girtî yên destê wan di xwîna sivîlan de nine, berda.

Di berdana girtiyan de, nûnerên Meclisa Rûspiyan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Meclisa Kar û Barên Edalet ya Herêma Firatê amade bûn.

Piştî berdana girtiyan, enadma rêveber a Komîteya Têkiliyan a Herêma Firatê Merwa Dirêî daxuyanî Rêveberiya Xweser a derbarê Efûyê de xwend.

Li bajarê Qamişlo jî îro 100 girtî hatin berdan. Li gor daxuyaniya MSD'ê dê 631 girtiyên din werin berdan.

ANHA