Şêwekar Hesen Esaf: Pergalên serdest 40 salan dengê pêkhateyên herêmê sekinandibûn

Şêwekar Hesen Esaf got: "Ji ber polîtîkayên pişaftin, asîmîlekirin û qirkirina etnîkî ku rejîma serdest 40 salan dimeşandin, denge rastiyê yê netew, ol û baweriyên herêma Cizîrê hatibû sekinandin. Taybetmendiyeke yekrengane bi zorê li ser civakan hatibû ferzkirin û tundî û binçavkirin li dijî şêwekaran dihat meşandin."

Şêwekar Hesen Esaf: Pergalên serdest 40 salan dengê pêkhateyên herêmê sekinandibûn
15 cotmeh, 2020   16:27
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Sûriyê, platforma duyemîn a wêjeyî li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di platformê de behsa "Qonaxên hunera şêwekariyê li Cizîrê" hate kirin. Bi dehan şêwekar, rewşenbîr û nivîskar beşdarî platformê bûn.

Platformê ji aliyê şêwekar Hesen Hemadan Esaf ve hate birêvebirin. Esaf li qonaxên rewşa hunera şêwekarî ku li herêma Cizîrê tê re derbas bû û astengiyên ku tê re derbas bû kir û got, hikumeta Şamê nedihişt ku şêwekar pêşangehên taybet vekin û nedihiştin ku rastiya rewşa herêmê, dîrok û çanda wê bi hunera xwe parve bikin.

Esef got: "Huner, çi muzîk be, çi wêne be, çi dîlan be çi hunerên din be ji bo civakên pêşketî pêwîstiyeke mîna xwarinê ye. Dema em behsa hunera şêwekariyê li herêma Cizîrê bikin em ê bibînin ku cûdahiyeke pir mezin di xwezaya jiyanê wê de heye. Ji ber herêma Cizîrê herêmeke eşîrtî ye, gelek şaristanî li ser ava bûne. Her wiha bi pirrengiya etnîkî, mezhebî û netewî tê naskirin, ji ber vê yekê tevna civakî xurt e. Di navbera hemû pêkhateyan de biratî û tevkarî heye. Her pêkhateyek xwedî hunereke taybet e."

Hesen Hemadan Esaf bal kişand ser azarên şêwekarên herêma Cizîrê dema desthilata hikumeta Baas û wiha domand: "Beriya 50 salî şêwekaran tevna niştimanî diparastin û girîngî didanê. Lê piştî rêjîma Baas gihişt ser desthilatê her tişt hate guhertin.  Ji ber ku yeknetew, yek ziman ferz kir û îtîraf bi netewên din ên li herêmê nedikr."

Esaf destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên pişaftin, asîmîlekirin û qirkirina etnîkî ku rejîma serdest 40 salan dimeşandin, dengê rastiyê yê netew, ol û baweriyên herêma Cizîrê hatibû sekinandin û diyar kir ku rejîmê taybetmendiyeke yekrengî bi zorê li ser civakan dabû ferzkirin û tundî li dijî şêwekaran dimeşand û ew digirtin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mHwiCLncU5k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>