'Divê ciwan li hemberî xeteriyan bibin yek'

Beşdarên 4'emîn a ciwanên herêma Cizîrê gotin, pêwîste ciwan li hemberî xeteriyan yekitiya xwe ava bikin.

'Divê ciwan li hemberî xeteriyan bibin yek'
15 cotmeh, 2020   15:19
QAMIŞLO

Ji bo pêkanîna civakeke Sûrî di atmosfêreke aştiya navxweyî û hevgirtinê de, Rêxistina Pêl a Ciwanan, panêla xwe ya 4'emîn li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist. 190 ciwanên ji hemû pêkhateyan herêmê beşdarî panelê bûn.

Koordîntorê Rêxistina Pêl Cîlan Abdullah axaftina destpêkê ya panelê kir û got: "Ji destpêka 2011'an ve, ciwan çîna herî zêde ku bi guhertinên li Sûriyê rû dane, bi bandor bûn, ciwanên Sûriyê bi giştî yên herêma Cizîrê bi taybet. Hejmarek mezin a ciwanan ji ber vê rewşê neçar man xwendina xwe terik bikin û koçber bikin û di temenekî biçûk de kar bikin û berpirsyartiyê hilbigirin. Zêdeyê ji sedî 87 ji niştecihên herêmê di xeta jêrî xizantiyê de dijîn."

Di çalakiya roja yekemîn a panelê de, têkiliyên di navbera çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk de û xurtkirina jiyana hevbeş û avakirina aştiyê li herêm hate nîqaşkirin.

Hevseroka Buroya Têkiliyên Doplomatîk a PYD'ê Rohat Mele Xelîl û berpirsê Têkiliyên Derve ya Rêxistina Asûrî Gabrîel Gewriyê û endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekitî Xebat Mihemed ev mijar bi rêve birin .

Di nîqaşan de bal hat kişandin ser êrişên çeteyên DAIŞ'ê. Beşdaran diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dan herêmê wêran bikin, bi saya keda herêmê DAIŞ'ê têk çû.

Her wiha destnîşan kirin ku piştî têkçûna DAIŞ'ê dagirekriya Tirk asta dijberiya xwe ya li dijî gelê herêmê zêde kir, êriş da destpêkirin û herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Beşdaran dane zanîn ku pêwîste ciwan li hemberî xeteriyên li ser pêkhateyên herêmê yekitiya xwe ava bikin.

Koordînatoriyê Rêxistina Pêl, Cîlan Abdullah ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku armanca sereke ya mîna van panelan "Derfetê li pêşiya ciwanan û aliyên aktîv veke. Pirsgirêkên ciwanan hene û gelek pirs di serî wan de hene. Bi rêya van panelan em ê hewl bidin nêzîkbûnekê di navbera nêrînên ciwanan û xwediyên biryar ên herêmê de çêbikin."

 Ji beşdarên panelê, Mihemed Ehmed diyar kir ku ew beşdarî panelê bûye da ku nêrînên xwe li ser pirsgirêkên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin bîne ziman û got: "Em hewl didin bi rêya van nîqaş û nêrînan beşek ji pirsgirêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser bikin."

Ciwana bi navê Êva Şêxmûs armanca tevlêbûna xwe diyar kir û got ew e ku biryara guncaw û dirust nîşanî ciwanan bidin û got :"Heta em karibin em ê hewl bidin nêrînên ciwan bighînin aliyên atîk, çi leşkerî be an siyas be."

Panel dê 3 rojan dewam bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OE0GrVdDgsA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>