Şehîd Zîlan Ereb li Helebê hat bibîranîn

Meclisa Jinan a PYD'ê ya şaxê Helebê, şehîd Zîlan Ereb bi bîr anî.

Şehîd Zîlan Ereb li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan Ereb li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan Ereb li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan Ereb li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan Ereb li Helebê hat bibîranîn
15 cotmeh, 2020   13:40
HELEB

Duh, salvegera yekemîn a salvegera şehadeta endama rêveber a akademiyên siyaseta demorkatîk a PYD'ê Emel Silêman (Zîlan Ereb) bû. Zîlan di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bû.

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîda Berxwedana Rûmetê Zîlan Ereb bi civînekê bi bîr anî.

Civîn li hola civînan ya beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêgirtin, endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD'ê Hêvîn Silêman daxuyaniyek xwend û got, têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna demokrasî û aştiyê ye.

Hêvîn destnîşan kir ku şehîd Zîlan Ereb ji hemû jinan re bû nimûneya jina berxwedêr û ji bo şehadeta wê banga hesabxwestinê çeteyên dewleta Tir a dagirker kir.

Di civînê de hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso besha kesayeta şehîd Zîlan û têkoşîna wê kir û wê bi jina azad bi nav kir.

Duh, salvegera yekemîn a salvegera şehadeta endama rêveber a akademiyên siyaseta demorkatîk a PYD'ê Emel Silêman- Zîlan Ereb bû. Zîlan di çarçoveya Berxwedana Rumetê ya li Serêkaniyê de şehîd bû.

ANHA