Li Girkê Legê meşa ji bo piştgiriya zimanê dayikê

Mamoste û xwendekarên kantona Qamişlo ji bo piştgiriya zimanê dayikê meşek li dar xist û gotin: "Zimanê me hebûna me ye, em ê zimanê dayikê biparêzin."

Li Girkê Legê meşa ji bo piştgiriya zimanê dayikê
15 cotmeh, 2020   13:24
QAMIŞLO

Di bin dirûşmeya "Şoreşa ziman şoreşa hebûnê, na ji kampanyayên înkarkirin û pişaftinên meteryal û zimanê me, em ê têbikoşîn da ku wî biparêzin û hebûna wî îsbat bikin", bi sedan mamoste û xwendekaran li navçeya Girkê Legê ji bo piştgiriya zimanê zikmakî meşiyan.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik li navenda navçeya Gikê Legê dest pê kir û ber bi kolana serek a navçeyê ve çûn. Mamoste û xwendekaran dirûşmeyên ku zimanê dayikê zindî dikir, mîna “zimanê me hebûna me ye, em ê zimanê xwe biparêzin” berz kirin.

Meş li navenda navçeya Girkê Legê sekinîn û li wir mamoste Îzedîn Silêman peyivî û got: “Em neçar in ku zimanê xwe biparêzin ji ber ku ew zimanê me ye ku nasnameya me isbat dike. Divê em ji bo zimanê xwe têbikoşin."

Silêman diyar kir ku çawa ku siyasetmedar ji bo çareseriyên siyasî li Bakur û Rojhilata Sûriyê têkoşîn dike û şervan ji bo parastina welatê xwe li ber xwe didin, divê em weke mamoste nirxên zimanê dayikê biparêzin ji ber bi wî rengî em xwe ji hemû cîhanê re îsbat dikin.

Meş bi dirûşmeyên ku zimanê dayikê zindî dike bi dawî bû.

ANHA