Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxwaza hevdîtina parêzerên rêber Abdullah Ocalan red kir.

Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15 cotmeh, 2020   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê qedexekirina hevdîtina parêzeran a 6 mehan hêcet nîşan da û daxwaza parêzeran carek din red kir.

Ji parêzeran Rêzan Sarica û Newroz Ûysal herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin kiribûn.