​​​​​​​Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla ya li Heftanînê parve kirin

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla ya 9’ê Cotmehê ya li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên Heftanînê weşandin.

​​​​​​​Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla ya li Heftanînê parve kirin
15 cotmeh, 2020   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kir: “Hêzên me di 9'ê Cotmehê de seat di 13:00'an de li hemberî leşkerên ku li Girê Koordîne de bi cih bûne, çalakiyêk li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 mevziyên ku hatine hedef girtin bi awayek bibandor hatin lêdan û di encamê de 2 mevzî û leşkerên tê de îmha bûn. Mevziyê ku tê de cebilxane hatiye veşartin jî piştî lêdana bibandor agir girt û îmha bû. Di vê çalakiyê de bi giştî 3 mevzî îmha bûn, 5 leşker hat cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn.”