Rûsya ji veguhastina çeteyên dewleta Tirk ber bi Qerebaxê ve bi fikar e

Rûsyayê li ser veguhastina çeteyan ji Rojhilata Navîn ber Qerebaxê ve fikara xwe anî ziman.

Rûsya ji veguhastina çeteyên dewleta Tirk ber bi Qerebaxê ve bi fikar e
13 cotmeh, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê fikara xwe der barê veguhastina çeteyan ber bi Qerebaxê ve bi daxuyaniyekê anî ziman û got: "Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi taybetî ji bo agahiyên ku der heqê veguhastina endamên rêxistinên terorê ji Rojhilata Navîn ji bo herêma şer a li Qerebaxê de fikar e.”

Li gorî daxuyaniya wezaretê, wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu fikara xwe ji wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar re anî ziman.

Duh dîmenek li ser torên civakî hate belavkirin û tê de hate piştrastkirin ku çeteyên dewleta Tirk li Azerbêcanê bi cilên artêşa wê şer dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kiribû ku 107 çete li Qerebaxê hatine kuştin.