Li dibistanên Helebê rêbazên xweparastina ji nexweşiya koronayê

Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê der barê tedbîr û xweparastina ji vîrusa koronayê (Covid-19) ji şagirtên dibistanan re hemleyek organîze kir.

Li dibistanên Helebê rêbazên xweparastina ji nexweşiya koronayê
Li dibistanên Helebê rêbazên xweparastina ji nexweşiya koronayê
Li dibistanên Helebê rêbazên xweparastina ji nexweşiya koronayê
Li dibistanên Helebê rêbazên xweparastina ji nexweşiya koronayê
Li dibistanên Helebê rêbazên xweparastina ji nexweşiya koronayê
13 cotmeh, 2020   12:18
HELEB

Meclisa Tenduristiyê li taxa Şêxmeqsûd bi armanca parastina xwendekaran ji nexweşiya koronayê ji bo şagirtên dibistana seretayî hemleyek li dar xist.

Meclisê 7 endamên xwe ji bo ku şîretên tenduristiyê bidin şagirtên dibistanên; Alan Mihemed, Rifet Hec El-Sirî, Entwan Eswed, Beraa Bin Malik, Aye Qasim li taxa Şêxmeqsûd û dibistanên Mîxaîl Neîme, Salih El-Elî û Fayiz Mihemed li taxa Eşrefiyê erkdar kirin.

Der barê rêbazên xweparastinê û çawaniya derbasbûna vîrusa koronayê de hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Neşet Zîbar diyar kir ku divê kes nêzî kesên nexweş nebe.

ANHA