SOHR: 119 çeteyên Sûriyê li Qerebaxê hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê piştrast kir ku ji destpêka şerê Qerebaxê ve, herî kêm 119 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

SOHR: 119 çeteyên Sûriyê li Qerebaxê hatine kuştin
13 cotmeh, 2020   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê ragihand ku heta niha di şerê Qerebaxê de herî kêm 119 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Her wiha destnîşan kir ku cenazeyên 78 çeteyan gihaştine Sûriyê, yên mayî jî hîna li Azerbêcanê ne.

SOHR`ê piştrast kir ku hewildanên dewleta Tirk yên biçekirina çeteyan û şandina wan bo Azerbêcanê, dewam dikin.  Her wiha daxuyand ku îstixbarata dewleta Tirk çeteyan bi pereyan dixapîne û ji bo xizmeta berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lê tevî vê yekê jî gelek zehmetiyan ji bo şandina çeteyan ji Azerbêcanê dikişîne, ji ber ku gelek çete çûna Azerbêcanê red dikin.

Li gorî SOHR`ê, heta niha herî kêm hezar û 450 çete ji bo Qerebaxê hatine şandin, ku herî dawî hefteya borî 250 çete hatibûn şandin.