Peymangeheke Îsraîlê: Têkiliyên xurt ên DAIŞ`ê bi Tirkiyê re hebûn

Peymangeha Begin-Sadat a Îsraîlê daxuyand ku têkiliyên xurt di navbera çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk de hebûn û ji bo serkeftina DAIŞ`ê ew têkilî girîng bûn.

Peymangeheke Îsraîlê: Têkiliyên xurt ên DAIŞ`ê bi Tirkiyê re hebûn
13 cotmeh, 2020   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymangeha Begin-Sadat a Îsraîlê daxuyand ku di sala 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê gef li ser Rojhilata Navîn çêkir û di salekê de rêxistinê gelek herêmên Iraqê û nîvê Sûriyê bi dest xistin û 200 hezar çeteyên girêdayî wê hebûn. Her wiha DAIŞ`ê petrol firot derve û çek, cebilxane, erebe û alavên peywendiyê yên pêşketî pê peyda kirin.

Li gorî peymangehê ji ber têkiliyên xurt ên di navbera DAIŞ`ê û serokkomarê Tirkiyê Erdogan de, rêxistinê karîbû di demeke kurt de hêzeke mezin bi dest bixe û aktîf bibe.

Her wiha peymangehê di berdewama rapora xwe de bal kişad ser têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk û wiha dewam kir: "Bi salên dirêj têkiliyên DAIŞ`ê bi dewleta Tirk re hebûn, çi di aliyê çêkirina petrolê de yan di parastina endamên Îxwan Muslimîn de. Têkiliyên “cîrantiyê” yên DAIŞ`ê û dewleta Tirk ji bo serkeftina DAIŞ`ê girîng bûn û hîna jî bandorê li biryarên Tirkiyê dike."

Erdogan ji 2002`yan ve Tirkiyê bi rê ve dibe û ew alîgirekî xurt ê koma Îxwan Muslimîn e. Îxwan Muslimîn tevgerek e ku hewl dide xîlafeta îslamî ya cîhanê ava bike.

(cx)