Zanîngeha Rojava mufadeleyeke din ragihand

Zanîngeha Rojava li ser daxwaza xwendekaran û dagirtina cihên vala di hin fakulte û peymangehên zanîngehê de, mufadeleyeke din ragihand.

Zanîngeha Rojava mufadeleyeke din ragihand
13 cotmeh, 2020   10:36
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava duh ragihand ku ji bo xwendkarên ku pê re negihîştin xwe di fakulte û peymangehên zanîngehê de tomar bikin û dagirtina hin cihên vala di fakulte û peymangehan de, wan mufadeleyeke din ragihand.

Li gorî agahiyên ji rêveberiya Zanîngeha Rojava hatin girtin, mufadeleya din tenê li ser 9 fakulte û peymangehan e. Navên peymangeh û fakulteyên ku xwendekar dikarin xwe tê de tomar bikin, ev in: Fakulte Endezyariya Çandiniyê, Fakulteya Endezyariya Avahîsaziya Ekolojîk, Fakulteya Endezyariya Petrokîmyayê, Fakulteya Zanistên Perwedeyê; bi beşên xwe Fîzîk, Kîmya, Zindînasî, Bîrkarî, Mamostetiya Refê, Erdnîgarî û Dîrok, Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî , Peymangeha Bilind a Mekatronîkê, Fakulteya Zanistên Olî, Peymangeha Endezyariya Avakirinê û Peymangeha Bilind a Ragihandinê.

Tomarkirina mufadeleyê ji 13`ê Cotmehê heta 16`ê Cotmehê dê dewam bike. Di 17`ê Cotmehê de jî wê ezmûneke nivîskî ji xwendekarên hin beşan re were çêkirin. Di 18`ê Cotmehê de jî wê ezmûna hevdîtinê ji beşên din re bê çêkirin.

Têkildarî mijarê cîgira Hevserokatiya Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd da zanîn ku piştî bidawbûna mufadeleya yekemîn, gelek xwendekar negihiştîbûn ku navên xwe tomar bikin. Şînda diyar kir ku piştî ku encama ezmûnên mufadeleya yekemîn derket, hin valahî di çend fakulte û peymangehên zanîngehê de çêbûn, lewra wan mufadeleyeke din ragihand.

Li gorî rêveberiya Zanîngeha Rojava, xwendekarên ku dixwazin navê xwe di mufadeleya nû de tomar bikin, dikarin serî li Fakulteya Endezyariyê ya li Qamişloyê, Zanîngeha Kobanê li Kobanê û li avahiya KPC-D a li Şehbayê bidin. Tomarkirin ji saet 08:30`ê sibehê hetanî 02:30 piştî nîvro didome.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x8Vp70tnb5w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>