Wezareta Parastinê ya Ermenistanê: Hêzên Azerbêcanê dîsa êriş dikin 

Berdevka Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku hêzên çekdar ên Azerbêcanê careke din êrişî Qerebaxê kir.  

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê: Hêzên Azerbêcanê dîsa êriş dikin 
13 cotmeh, 2020   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şuşan Stepanyan destnîşan kir ku hêzên çekdar ên Azerbêcanê îro danê sibehê careke din bi çekên giran ji gelek aliyan ve êrişî Qerebaxê  kir. 

Li gorî Arminpress, duh hêzên parastina yên hewayî yên artêşa Qerebaxê balafireke S-25 ya Azerbêcanê xistin xwarê. Her wiha Arminpress piştrast kir ku hêzên hewayî yên Azerbêcanê bi destekdayîna balafirên F-16 ên girêdayî dewleta Tirk li ser sînor, balafirên S-25 bi kar tîne.  

Ji aliyekî din ve jî, şêwirmend ê serokwezîrê Ermenistanê Vagarşak Harotinyan eşkere kir ku wan guhartina dîlgirtiyan bi Azerbêcanê re pêk neanî, ji ber ku agirbesta ku li ser hatibû lihevkirin ji aliyê Azerbêcanê ve hat binpêkirin.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê jî duh bi rêya civîneke çapemeniyê bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re da zanîn ku Azerbêcanê biryara agirbestê binpê kir.   

(oh)