Li Idlibê çete û hêzên hikumeta Şamê hev topbaran dikin

Hêzên hikumeta Şamê topbarana xwe li ser herêmên ji herêma Idlibê didomînin, her wiha çeteyên dewleta Tirk jî herêmên li gundewarên başûrê Idlibê kirin hedef.

Li Idlibê çete û hêzên hikumeta Şamê hev topbaran dikin
13 cotmeh, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di berbanga îro de hêzên hikumeta Şamê topbarana xwe li ser çiyayê Zawiye yê “herêmên bêçek" nû kir, her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker Kefernbûl û Hezarîn li gundewarên başûrê Idlibê hedef girtin.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumetê herêmên Fetîre, Sefhûn, El-Barê û Kensefra li gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan hedef girtin û çeteyên dewleta Tirk jî cihên girêdayî hikumetê li Kefernbûl, El-Mlace û Hazrîn a başûrê Idlibê topbaran kirin.