Li Qamişloyê 8`emîn panela MSD`ê hat lidarxistin

Bi dirûşma "Ber bi kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê ve" panela 8`emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Qamişloyê hat lidarxistin.

Li Qamişloyê 8`emîn panela MSD`ê hat lidarxistin
Li Qamişloyê 8`emîn panela MSD`ê hat lidarxistin
Li Qamişloyê 8`emîn panela MSD`ê hat lidarxistin
Li Qamişloyê 8`emîn panela MSD`ê hat lidarxistin
Li Qamişloyê 8`emîn panela MSD`ê hat lidarxistin
Li Qamişloyê 8`emîn panela MSD`ê hat lidarxistin
13 cotmeh, 2020   08:57
QAMIŞLO

Panel li Hola Zana ya Qamişloyê ji bo mîsogeriya hemwelatîbûn û mafên hemû pêkhateyên li Sûriyeke yekbûyî, xurtkirina beşdarbûna saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina Rêveberiyên Xweser û rêveberiyên sivîl panela xwe ya 8`emîn li dar xist

130 kesên ji nûnerên êl, partî, hêzên siyasî, ENKS`ê, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, rewşenbîr, hiqûqnas û kesayetên serbixwe beşdarî panelê bûn.

Panel ji aliyê seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, endamên Meclisa Serokatiyê Canda Mihemed û Elî Rehmon û serokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm ve tê birêvebirin.

Panel dê li ser du mijaran were dabeşkirin; gotûbêjên Sûrî-Sûrî û di nav de diyalogên bi hêzên muxalîf û hikumeta Şamê re û diyalogên kurdî-kurdî û bandora wan li ser çareseriya siyasî.

Mijara duyemîn jî dê der barê têkiliyên dîrokî di navbera gelên herêmê, rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser de û çawaniya pêşketina karên saziyan di Rêveberiya Xweser de be.

MSD`ê heman panel li Hesekê, Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê jî li dar xistin.

(oh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jFm5FRdGAes" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>