Rîham Heco: Peyman berdewama fermana 2014`an e û rola Tirkiyê jî tê de heye

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco destnîşan kir ku peymana di navbera hikumeta Bexdayê û hikumeta Herêma Kurdistanê de, berdewama fermana 2014`an e û got “Rola dewleta Tirk jî di peymanê de heye.”

Rîham Heco: Peyman berdewama fermana 2014`an e û rola Tirkiyê jî tê de heye
13 cotmeh, 2020   08:11
ŞENGAL-MIHEMED EKÎNCÎ

Di 9`ê Cotmehê de hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kudistanê di çarçoveya birêxistinkirina xebatên ewlehiyê û birêvebirinê li Şengalê û mayîndekirina ewlehiyê de peymanek îmze kir. Şêniyên Şengalê peyman red kir û wek destdirêjiya li ser îradeya êzidiyan bi nav kir.

Girêdayî mijarê, hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco got: “Ji beriya demekê ve civîn û hevpeyvînên di navbera her du hikumetan de dewam dikin. Em rewşê ji nêz ve dişopînin. Me dizanibû ku ew li ser Şengalê hevpeymanan amade dikin."

Rîham da zanîn ku bêyî ku li şêniyên Şengalê vegerin, wan peyman îmze kir û bi vê yekê destdirêjî li îradeya êzidiyên ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê û alîgirên wê li dijî wan sûcên herî kirêt pêk anîn, kirin.  

Rîham diyar kir ku ev peyman wekî berdewamiya fermana 2014`an e û rêbazeke tunekirina hebûna êzidiyan e û wiha domand: “Li gorî bendên peymanê, êzidî ji birêvebirina herêmên xwe tên dûrxistin. Ev wek îxaneta bi xwîna şehîdên êzidî ye."

Rîham destnîşan kir ku peyman an biryarên bêyî nêrîn û îradeya gelê êzidî bên dayîn, dê tu encaman bi xwe re neynin û ew qebûl nakin.

Rîham Heco her wiha behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û hedefgirtina berdewam a civaka êzidî ya bi armanca pêkanîna siyasetên dagirkeriyê li herêmê, kir û wiha got: “Rola Tirkiyê jî di peymanê de heye. Li gorî şopandina peymanê, ew bi zexta hikumeta Tirkiyê hatiye îmzekirin. Ji lew re, parastina civaka me ji me re girîng e. Em ê li ser wê yekê kar bikin.”

Beriya du rojan, pêkhateyên bajarê Şengalê yên sunnî, şîe û êzidî ji bo redkirina peymanê li navenda bajêr xwepêşandanek li dar xistibû. Xwepêşandêran dirûşmên “Em peymanên bêyî îradeya gelê Şengalê bi tu awayî qebûl nakin” berz kirin.

(cx)

ANHA