KCDK-E: Peymana li ser Şengalê xizmetê ji stratejiya dewleta Tirk re dike

KCDK-E'yê da zanîn ku ev peyman komployeke nû ye ku xizmetê ji stratejiya dewleta Tirk re dike û got: "Ev peyman lîstikeke bi taloke ye ku Başûrê Kurdistanê, Rojava û hemû Kurdistanê dike hedef.''

KCDK-E: Peymana li ser Şengalê xizmetê ji stratejiya dewleta Tirk re dike
13 cotmeh, 2020   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê li dijî komploya li ser Şengalê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Hikûmeta Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê vîna gelê Şengalê tine dihesibînin û bi peymana ku di nav xwe de danîne plan dikin ku Şengalê dagir bikin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Ev peyman komployeke nû ye ku xizmetê ji stratejiya dewleta Tirk re dike. Ev peyman lîstikeke bi taloke ye ku Başûrê Kurdistanê, Rojava û hemû Kurdistanê dike hedef.''

KCDK-E'yê bi berdewamî diyar kir, ''Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê qira Êzîdiyan dianî, jin direvandin û tecawiz dikirin, hemû nirxên dîrokî û çandî tine dikirin PDK ya ku li pey xwe ne nerî û reviyayî û hikûmeta Iraqê ku çavê xwe li vê girtî rê li jenosîdên nû vedike, ya ku DAÎŞ'ê nekarî bi cih bîne.''

KCDK-E'yê bi domdarî got, ''Ne hikûmeta Iraqê û ne jî rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê li ser Şnegalê ne xwedî wî heqî ne ku gotinekê bibêjin.''

KCDK-E'yê got, ''Divê her kes li vîna gelê Şengalê hurmetdar be. Ti peymaneke ku ji Meclîsa Demokratîk a Xweser a Şengalê ne di nav de be, ji hêla Kurdên Êzîdî, gelê Kurdistanê û mirovahiya xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin. Li dijî vê plana gemarî di serî de saziyên Kurdistanî, rewşenbîr û hunermend divê li dij derkevin. Bêdengman pejirandina komkujiyên nû ye.''

KCDK-E'yê herî dawî bang li gelê Kurd, dostên Kurdan û mirovahiyê kir ku li dora Şengalê xeta berxwedanê wer avakirin.