Amerîkayê baregeha xwe ya herî mezin a li Efganistanê vala kir

Hêzên Amerîkayê baregeha xwe ya herî mezin a li Efganistanê vala kir. Efganistanê ev yek rexne kir û daxwaza wergirtina alavên şer ji Amerîkayê kir.

Amerîkayê baregeha xwe ya herî mezin a li Efganistanê vala kir
13 cotmeh, 2020   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji rêveberên Meclisa Nûneran a Efganistanê got ku hêzên amerîkî dest bi hilweşandina avahiyên li baregeha xwe ya hewayî ya bi navê Bagram a bakurê paytexta Efganistanê Kabûlê kir û alavên tê de birin Pakistanê.

Meclisa Nûneran rexneyek tund li hêzên amerîkî kir û xwest ku ew alavên şer ên li baregehê radestî wan bike.

Di baregehê de girtîgeh û balafirgehek hene û hêzên DYA`yê hemû operasyonên xwe yên hewayî yên li welêt ji wir bi rê ve dibirin.