'Ne ji erkê dewleta Tirk e ku Navtex li herêma Yewnanistanê îlan bike'

Parlamenterekî Yewnanistanê got ne ji erkê dewleta Tirk e ku Navtex li herêmekê ku ji salên 1970`yî ve girêdayî Yewnanistanê ye, îlan bike.

'Ne ji erkê dewleta Tirk e ku Navtex li herêma Yewnanistanê îlan bike'
13 cotmeh, 2020   06:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Yewnanistanê Angelos Serigos diyar kir ku ne ji erkê dewleta Tirk e ku Navtex bi taybet li vê herêmê pêk bîne, ji ber ku ev herêm ji salên 70`yî ve girêdayî Yewnanistanê ye.

Parlamenterê Yewnanistanê di hevpeyvînekê de bi Sky News Erebî re roja duşemê dewleta Tirk bi fêlbaziyê tawanbar kir û got: “Çima dewleta Tirk biryar da ku vê tevgera neqanûnî bike, di demekê de ku wezîrê karên derve yê Tirk soz da serokwezîrê Yewnanistanê ku dê demekê ji bo dan û standinên têkildarî lêgerînê di navbera her du dewletan de diyar bike. Gelo çima dewleta Tirk soza xwe pêk neanî?"

Angelos Serigos wiha domand: "Ev herêm bi nakok e. Divê her du dewlet jî tu tevgereke neqanûnî tê de çênekin.”

Serigos destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide mudaxeleya herêmên cuda yên Rojhilata Navîn û Deryayê Spî, Sûriye, Iraq, Lîbya, Qerebax û Ermenistanê bike û wiha dewam kir: "Li van herêman faktorê hevbeş ê ku ewlehiya herêmê tevlihev dike, dewleta Tirk e."

Hêzên deryayî yên dewleta Tirk ragihand ku keştiya Oruç Reîs dê di 10 rojên bê de herêmê keşif bike.

Yewnanistanê, şandina dewleta Tirk keştiya Oruç Reîs li başûrê giraveke Yewnanistanê re şermezar kir û bi tevgerên dijminahî û neqanûnî bi nav kir.

(şx)