Hunermend: Hedefa tecrîda li dijî rêber Ocalan têkbirina vîna gelan e

Hunermendên Navenda Şehîd Xabûr a navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê piştrast kir ku hedefa tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan têkbirina vîna gelan e, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku ji rola xwe ya temaşeker der barê tecrîdê de derkeve.

Hunermend: Hedefa tecrîda li dijî rêber Ocalan têkbirina vîna gelan e
13 cotmeh, 2020   04:16
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Gelê Kurdistanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan ji 2015’an de li kolanan e, her wiha desthilata Tirk destûrê nade parêzerên Ocalan û malbata wî ku pê re rûnin.

Der barê mijarê de, hunermendên Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Hunerê ya Sirînê li ser ferzkirina dewleta Tirk a dagirker ji tecrîda girankirî li dijî Ocalan, qedexekirina dîtina malbat û parêzeran, axivîn.

Hunermend Şêx Nebî Hesen destnîşan kir ku hedefa dewleta Tirk a dagirker ji tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan têkbirina vîna gelan e.

Hesen wiha domand: "Dema dewleta Tirk a dagirker dibîne parçeyek ber bi rizgarbûnê ve diçe, êrişî tevahî Kurdistanê dike. Tişta li Başûrê Kurdistanê jî di dema hewldana ber bi serxwebûnê ve bi rêya referendomê pêk hatiye û pêkanîna dewleta dagirker a ferzkirina dorpêçê, ji me re hedefên dewleta Tirk diyar dikin."

Hesen wiha pirs kir: "Gelo ev tevahî bêdengî ji civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî der barê tecrîda bi salan a li dijî rêber Ocalan ji çi re ye? Gelo ev tê wateya ku civaka navneteweyî rola xwe winda kiriye û êdî ji mirovatiyê ve dûr e?"

Hunermend Mistefa Elî jî wiha axivî: "Êdî hemî kes dizane ku felsefeya rêbertî û fikrên wî bûne xeteriyek li ser dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide nasnameya gelan qir bike. Fikra rêber bi hedefa rizgarkirina gelan ji zilmê ye. Ji lew re felsefeya wî bi hedefên dewleta Tirk a dagirker re bi nakok in. Wê jî hişt ku dewleta Tirk ji salan û heta niha tecrîda girankirî ferz bike."

Elî destnîşan kir ku bêdengiya tevahî dewletan li ser tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan, hevkariya wan di tecrîdê de disepîne. Ne ji berjewendiya tu dewletekê ye ku felsefeya rêbertî li herêmê belav bibe. Ev jî dihêle bi dewleta Tirk re piştevan be.

Mistefa Elî bang li civaka navneteweyî kir ku ji rola xwe ya temaşeker derkeve, bi cidî tev bigere û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike ku parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan serdana wî bikin da ku tenduristiya wî bizanibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/47NUDBEodWI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>