Hiqûqnas: Bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk teşwîqî domandina sûcan dike

Hiqûqnas Mihemed Hisên got: "Rêxistinên navneteweyî berpirsên sûcên dewleta Tirk li herêmê ne. Bêdengiya wê jî dewleta Tirk teşwîqî sûcan dike."

Hiqûqnas: Bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk teşwîqî domandina sûcan dike
13 cotmeh, 2020   02:22
HESEKÊ-DIYAR EHMED

9’ê vê Cotmehê salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê, bû.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Di wan êrişan de çekên giran, balafirên şer, çekên qedexekirî mîna fosfora spî hatin bikaranîn.

Sala yekemîn a dagirkirina wan her du bajaran, tijî sûcên rojane û dermirovî bûn. lê li beramberê tu rêxistineke hiqûqî yan jî mirovî helwesteke cidî der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de li dijî van herêman, negirt.

Girêdayî mijarê, hiqûqnas Mihemed Hisên behsa sûc û kiryarên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarên dagirkirî pêk tîne, kir.

Hisên diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan komkujî li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema dagirkirina wan a bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de pêk anîne. Di wan komkujiyan de tevahî çekên giran û qedexekirî û darvekirinên meydanî li dijî sivîlan pêk anîn.

Hisên komkujiyek bi bîr xist ku ew nîşaneya hovîtiya dagirkeriyê ye û dikeve xana "sûcên şer". Ew jî komkujiya ku li dijî karwana sivîlan a ku di 13’yê Cotmehê de berê xwe dida Serêkaniyê. Balafirên şerê yên Tirkiyê karwan bombebaran kir û di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn û birîndar bûn.

KOMKUJÎ, SÛCÊN ŞER IN

Hisên da zanîn ku komkujî û kiryarên ku bi êrişa dewleta Tirk a dagirker re li herêmê dest pê kirine, bi sûcên şer bi nav kir. Rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan lêpirîsna vê yekê nekir. Wan rêxistinan sûc û komkujiyên li wi bajarî pêk hatine lêpirsîn nekir û şermezarkirina wê jî lawaz bû.

SÛCÊN BIMETOD

Bi derbasbûna salekê li ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re Hisên wiha pê de çû: "Rojane di hundirê herêmên dagirkirî de sûc hebûn. Li bajaran guhartina demografî pêk dihat, şêniyên resen dihatin koçberkirin. Ji wê zêdetir jî şênî bi hedefa dayîna fîdyeyê dihatin revandin, mal û milkên şêniyan dihatin dizîn, binesaziya herêmê dihat wêrankirin, xêr û berên bajaran dihat dizîn û diçûn xaka Tirkiyê."

Hiqûqnas Hisên destnîşan kir ku sûca herî mezin a divê dewleta Tirk a dagirker li ser bi lez bê muhasebekirin, qutkirina ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê û şêniyên ji bajarê Serêkaniyê koçber bûne.

Hiqûqnas Mihemed Hisên eşkere kir ku ne tenê kiryarên Tirkiyê di çarçoveya sûcan de man, lê belê stasyona Elokê ya ku avê dide kantona Hesekê û gundewarên wê fena kaxizeke siyasî bi kar anî. Ew jî bi hedefa fişarkirina li ser dewletên mezin e. Qutkirina avê bû sedema azarên mezin ji zêdetirî milyonek şênî digel belavbûna pandemiya Koronayê.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KANIYA SÛCÊN TIRKIYÊ NE

Ne tenê sûc li her du bajarên Serêkaniyê û Girê Spî pêk dihatin, lê belê li dijî mirovahî û xwezayê ya li Efrîna dagirkirî jî pêk dihatin û tu aliyekî  helwest neda.

CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSÊ SÛCAN E

NY’yê beriya demekê raporek derxist. Tê de sûcên dewlet Tirk ên li herêmên dagirkirî pêk anîne, şermezar kirin. lê belê rapor lawa bû, tê de tevahî sûcên ku di bin ala Tirkiyê de pêk hatine tune bûn. her wiha raporê jî banga lêpirsîna dagirkeriyê nekir."

Hiqûqnas Mihemed Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêxistinên navneteweyî, mirovî û cîhanî li tevahî Sûriyê, bi taybet li hember dewleta Tirk a dagirker bi duristî tev nagerin. Ew jî bi sedema berjewendiyên xwe yên şexsî, navneteweyî ye. Ew jî berpirsê sûcên Tirkiyê li herêmê ne. Bêdengiya wê jî dewleta Tirk teşwîq dike ku sûcan bidomîne."

(fr)

ANHA