Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye

Dayika Eqîde wek çalakvaneke welatparêz û jin ji salên 80’î de têkoşî, pêşenga belavkirina fikra azad di navbera jinan de bû, li ser xeta berxwedanê li dijî dewleta Tirk a dagirker meşî, gihaşt asta şehadetê û bû sembola Berxwedana Rûmetê.

Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
Dayika Eqîde rêwîtiyek ji têkoşîn û sembola Berxwedana Rûmetê ye
13 cotmeh, 2020   01:32
QAMIŞLO – KELSOMA ELÎ

Dayika Eqîde Elî Osman sala 1966'an li naçeya Girkê Legê jidayik bû. Di salên 80’î de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Di nava tevgerê de wek çalakvana welatparêz, jin û siyasetmedar ji bo doza Kurd têkoşî. Ji ber doza Kurd ji hêla dewletên cîhan, di serî de jî dewleta Tirk hatibû paşguhkirin û înkarkirin.

Dayika Eqîde li tevahî qadan têkoşî. Li hember dewleta Tirk a dagirker û rejîmên destpot ên gelê Kurd, nasname û hiqûqên wî înkar dikirin, pêşengtî dikir. Bi wê re jî bû sedem ku hikumeta Şamê wê 2 caran bigirin.

Dayika Eqîde piştî derketina ji girtîgehê radest nebû. Lê belê wek çalakvana jin di navbera gelê Kurd de têkoşî. Di rêwîtiya xwe ya têkoşerî de soza têkoşîna li hember dewleta Tirk a dagirker, rejîmên destpot û rizgarkirina jinan ji qeydên civakê da.

LIXWEKIRINA CILÊN REŞ HETA AZADIYA OCALAN VEBIJART

Bi kesayeta xwe ya ji civakê nêz ve dihat nasîn, tevahiyan ji Kurd û Ereb ji wê hez dikir. Erka rêvebertî di Kongreya Star de girt, da ku jinan bi rêxistin bike û bigihîne tevahî jinên di bin nîrê zihniyeta mêrdestiyê de ne. Piştre weke endama rêveber a Komîteya Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê hat hilbijartin, bi wê re jî hewl da pirsgirêkên bigirêk ên civakê çareser bike.

Ji dema girtina rêber Abdullah Ocalan ya 1999’an de dayika Eqîde biryar da ku rengê reş li xwe bike, ji wê demê de soza têkoşînê heta rizgariya rêber Ocalan da.

 ‘EM BERÊ XWE DIDIN SERÊKANIYÊ DA KU PIŞTEVANIYA BERXWEDANA ŞÊNIYÊN XWE BIKIN’

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişeke leşkerî li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî û dagir kirin, gelek sûc li dijî şêniyên wê pêk anîne û demografiya herêmê guhart.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş şermezar kir, kiryar û sûcên dagirkeriyê red kirin. Her wiha ji bo piştevanî û sekna li hember dewleta Tirk a dagirker bi karwanên ji sivîlan berê xwe da Serêkaniyê.

Di 13’yê Cotmeha 2019’an de karwaneke sivîlan ji şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi Ereb, Kurd û pêkhateyên xwe berê xwe da bajarê Serêkaniyê. Da ku piştevaniya şêniyên li wir bikin û moralê bidin wan.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirê êrişî karwanê kir, di encamê de bi dehan sivîl û rojnameger tê de jî dayika Eqîde bûn qurban.

Beriya şehadeta bi çend saetan dayika Eqîde wiha gotibû: "Em berê xwe didin Serêkaniyê da ku piştevaniya şêniyên xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker bikin. Dibêjin em revîne, na em nerevîn, dê li ber xwe bidin. Bila tevahî bizanin ku me tu carî pişta xwe nedaye Amerîka, baweriya me bi me û ciwanên me heye, her wiha bi YPG û YPJ’ê heye."

Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka 2018’an de êrişî kantona Efrînê kir, mîna çawa êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kiriye, karwanên sivîl ji bo piştevaniya şêniyan berê xwe da Efrînê, tê de jî dayika Eqîde hebû.

DAYIKA EQÎDE LI SER XETA BERXWEDANÊ MEŞÎ

Kurê dayika Eqîde, Akif Mistefa li ser têkoşîna dayika xwe û çawa pê bandor bûne wiha got: "Beriya şoreşa Rojava dayika min di gelek astengiyan re bi sedema rejîma Sûriyê derbas bû. Lê belê tevî temena xwe ya mezin û hin nexweşiyan, dayika min têkoşîna xwe bi coş derbas kir, radestî înkar û paşguhkirinê nebû."

Mistefa da zanîn ku dayika wî li ser xeta berxwedan û têkoşînê bi coş û vîneke xurt berdewam kir, pirsgirêkan bandor li kesayeta wê nekir û di nava gel de tê koşî.

Akif Mistefa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi têkoşîna dayika xwe bandor bûn, ji lew re soz didin ku li ser şopa wê ya rizgarkirina gelên bindest tevahî bimeşin."

Hevserokê Komîteya Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê Salih Ehmed ku ji yek dostên şehîd dayika Eqîde ye û di nava karwana ku ber bi bajarê Serêkaniyê ji bo piştgiriya şêniyan çûye de bû wiha got: "Şehîd û hevrêya me dayika Eqîde heta piştî bidawîkirina xebatê bi şev jî kar dikir. Da ku beşdarî çareserkirina dozen civakî be, fîtne û cudabûna di nava civakê de têk bibe û rihê hezkirinê belav bike. Çalak, bandor, aktîf bû û ji hêla tevahiyan ve hezkirî bû."

Ehmed wiha berdewam kir: "Dema dewleta Tirk a dagirker êrişa leşkerî li SErêkaniyê dest pê kir û şêniyên me rastî talan, lêdan û qetilkirinê hatin, me hewl da ku piştevaniya wan bikin û bi karwanên ji sivîlan berê xwe da bajêr. Lingê dayika Eqîde şikestî bû, min jê re got hinekî li mal vehese. Lê guh neda min û bi coşeke mezin israr kir ku berê xwe bide Serêkaniyê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M1HeCWV4Jqg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>