Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê

Salek di ser şehadeta rojnamevanê şehîd Seed Ehmed ê dilsozê kar û hevalê xwe re derbas bû. Şehîd Seed bê westan bi kamera û pênûsa xwe rastiya gelê berxwedêr û hovîtiya dagirkeran belge kirin û di oxira wê de bû sembola şehîdê heqîqetê.

Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
Şehîd Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe de bû sembola heqîqetê
13 cotmeh, 2020   00:14
HESEKÊ-DIYAR EHMED

“Kurd têne qirkirin û cîhan jî bi fikar e.” Ev gotinên dawîn ên şehîd Seed Ehmed in ku li ser hesabê xwe yê li ser tevna civakî belav kiribûn. Piştre berê xwe dide keleha berxwedanê Serêkaniyê da ku piştgiriya gel û welatê xwe bike, rastiyê derxe holê û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên herêmê pêk tîne, eşkere bike.

Seed Ehmed mîna hevalên xwe yên rojnamevan, çekên xwe; amûrên wênekişandinê hilgirtibûn. Bi rêya wê hewl dida ji cîhanê re îsbat bike ku fikarên wê yên li hemberî qetîlama ku dewleta Tirk bi balafiran li dijî parêzvanên Serêkaniyê pêk tînin, şerm e.

Şehîdê heqîqetê, karî ji cîhanê re îsbat bike ku armanca dewleta Tirk a dagirker ne paqijkirina herêmê ji şervanên wê ye ku Enqere wan wek terorîst dibîne. Lê belê moşekên wê berê xwe dabûn wan û di encamê de Seed Ehmed û bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Wan êrişan şahidên armanca Tirkiyê yê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re nîşan dan.

13’ê Cotmeha 2019'an di êrişên qirkirin û dagirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê de nûçegihanê ajansa me ANHA’yê Seed Ehmed şehîd bû. Nûçegihanê kanala Çira TV’yê Mihemed Reşo jî birîndar dibe û ji ber birîna xwe ya giran şehîd dibe.

NAVÊ APÊ XWE YÊ ŞEHÎD HILDA Û TAYBETMENDIYÊN ZAROKATIYA WÎ CUDA BÛN

Seed Ehmed, navê apê xwe yê ku di nava refên tevgera rizgariya Kurdistana de sala 1997`an şehîd bûye, hildigire. Li gundê Bab El-Xêr ê li bakurê navçeya Til Temirê ya li kantona Hesekê di 20'ê Sibata 2000`an de ji dayik dibe. Di hembêza malbatake welatparêz de li ser hezkirina welat mezin dibe. Kurê herî biçûk ê malbatê bû ku ji 5 kesan pêk tê.

Seed zarokekî aram, şermok û jêhatî bû. Ji derdorê re dilsoz bû û ji hêla her kesî ve dihat hezkirin. Ji biçûkahiya xwe ve ji elektronîkê hez dikir. Hewl dida xwe di vî warî de bi pêş bixe û bibe pispor.

Bavê wî Mihemed Seîd Şêxmûs girêdayî taybetmendiyên wî wiha axivî: “Di destpêka şoreşa Sûriyê de, dema ji kar vedigerim malê, televîzyon li ser kanala Sûriyê ya nûçeyan bû. Wê demê flaşa nûçeyan bala min kişand. Hatibû nivîsandin ku Beşar El-Esed îstifa kiriye. Ew nûçe ji bo min mîna şokê bû. Seed hat û rûyê wî liken bû, ji min re got ku wî ew nivîs li ser şerîta nûçeyan nivîsandiye.”

Şêxmûs wiha domand: “Wê demê tê gihîştim ku Seed ji birayên xwe cuda ye û jêhatîtir e.”

JIYANA WÎ YA ROJNAMEGERIYÊ BI ANHA'YÊ RE DEST PÊ KIR

Sala 2015`an Seed û malbata xwe ji gund derdikevin û li navenda navçeya Til Temirê bi cih dibin. Di heman salê de ruxmî temenê xwe yê biçûk dest bi rojnamegeriyê dike.

Seed gelek caran hewl dide tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibe, lê ji ber temenê wî yê biçûk nayê qebûlkirin. Di dawiyê de rêyeke din dipejrîne da ku tev li şoreşê bibe û tev li Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dibe.

Şehîd Seed di karê xwe de xwedî gelek helwestan bû. Bi aramî û serkeftina di kar de dihat naskirin. Dibe şahidê gelek bûyer û şerên ku li herêmê rû didin. Bi kamereya xwe piştgiriya serkeftinên şêniyên herêmê li dijî terorê dikir.

RÊYA HEVALÊN XWE YÊN ŞEHÎD ŞOPAND

Bavê şehîd Seed dibêje: “Şehadeta 3 hevalên wî yên di ajansê de; Rizgar Denîz, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di pêngava leşkerî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê de li gundewarên Dêrazorê, gelek bandor lê kir. Ji wê demê ve Seed biryar da ku rêya wan bişopîne û rastiya ku lê digerîn, eşkere bike û  ji cîhanê re ragihîne.”

Seed ji bo ku erka xwe di Hêzên Erka Xweparastinê de pêk bîne, salekê ji xebatên ajansê qut dibe. Piştî erka xweparastinê bi dawî dike, vedigere malê û soza ku daye hevalên xwe yên şehîd, didomîne û vedigere karê xwe da ku rastiya ku ji ber wê hevalên wî şehîd bûne, eşkere bike.

Seed bi destpêkirina êrişên leşkerî yên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina bajarê Serkaniyê re vedigere ser karê xwe.

BICIHANÎNA SOZÊ

Di 13`ê Cotmeha 2019`an de bi dijwarbûna şerên di nava bajarê Serêkaniyê de, Seed bi karwanê sivîlan re derbasî bajarê Serêkaniyê dibe ji bo ku piştgiriya hêzên leşkerî yên parêzvanên bajêr bikin, rastiya şerên li bajêr rû didin, eşkere bike û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê teşhîr bike.

Dema sivîl bi berzkirina sloganan hewl didan piştgiriya hêzên leşkerî bikin û rojnamevan jî ew kêliya tijî hêz, berxwedan û israr dişopandin, moşekên balafirên Tirk mîna baranê li wan dibarin. Seed û nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo şehîd ketin.

'DI REWŞÊN XETERNAK Û ŞEHADETÊ DE WEFADARÊ HEVALÊN XWE BÛ'

Nûçegihana Jinnewsê Sorgul Şêxo li ser kesayeta şehîd Seed wiha got: “Şehîd Seed soza ku dabû gel û hevalên xwe yên şehîd mîna Nûjiyan, Dilîşan, Hogir û Rizgar ji bo eşkerekirina rastiyan û gihandina dengê gelê xwe ji cîhanê re bi cih anî. Ev yek dilsoziya wî îsbat dike.”

Sorgul wiha domand: “Ez li milekî bûm û Seed li milê din bû. Piştî bombebarana balafirên dewleta Tirk a cara yekemîn, tişt bi min û Seed nehat, em ji nuqteya ku hatî hedefkirin dûr bûn, dema me hevdîtin bi sivîlan re çêdikir.”

Sorgul vegotina wan kêliyan wiha berdewam kir: “Piştre Seed berê xwe da nuqteya ku hatiye hedefkirin û bomebebarana dijwar paşguh kir. Ew li min digerî, lê me hev nedît. Piştre balafiran ew nuqte careke din bombebaran kir. Di encamê de Seed şehîd bû û ez jî ji serê xwe birîndar bûm.”

Cenazeyê şehîd Seed Ehmed li Goristana Şehîdan a li navçeya Til Temirê di 14`ê Cotmeha 2019`an de bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Bavê şehîd Seed Şêxmûs Ehmed got: “Ez ne tenê bavê şehîd Seed im, ez bavê tevahiya şehîdên Ereb û Kurd im. Wan şehîdan, ji bo parastina me û axa me û ji bo ku em azad û rûmet bijîn, canê xwe feda kir.”

Şehîd Seed Ehmed bandoreke mezin di nav hevalên ku wî nas dikin de kir, ew heval heta niha wî û bîranên wî, tînin bîra xwe.

(şx)

ANHA