Yewnanistan: Tirkiyê aloziya li herêmê zêde dike

Serokwezîrê Yewnanistanê, Kyriakos Mitsotakis bi mijara şandina Tirkiyê keştiya "Oruc Reis" ji bo herêma rojhilatê Deryaya Spî bi telefonê li gel Serokê Konseya Ewropayê re axivî û got, gava ji aliyê Tirkiyê ve xeteriyeke mezin e.

Yewnanistan: Tirkiyê aloziya li herêmê zêde dike
12 cotmeh, 2020   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Yewnanistanê, Kyriakos Mitsotakis xwest ku tedbîrên yekalî yên Tirkiyê di civîna Konseya Ewropa ya 15 û 16 Cotmehê de werin nîqaşkirin.

Cîgirê serokê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell, got ku "Xeteriya deryayî ya Tirkyê  mixabinî ye, û aloziyê zêde dike, berevajî ya ku em lê digerin."

Wezîrê Derve yê Yewnanهstanê, Nikos Dendias, bi tundî kiryarên Tirkiyê rexne kir û got ku Tirkiyê aramî û aştiya li herêmê têk dibin.

Her wiha got, Enqere aktora hevbeş a aloziyên li tevahî herêman e û kiryarên wê qanpnên navnetewî û biryarên Yekitiya Ewropayê binpê dike.