Şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi diurşmeya  "Em dagirkeriyê têk bibin..Ji bo aştiyê têbikoşin", şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan li goristana Şehîd Xebat a Dêrikê bi bîr anîn.

12 cotmeh, 2020   19:06
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê çalakiyek li goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê li dar xist.

Şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê, tevlî nûnerên Kongreya Star, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), YPG/ YPJ û desteyên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan axivî û got: "Em şehîdên xwe di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi bîr tînin. Şehîdên me sembola aştî, niştimanî û biratiya gelan in."

Qeftan bi bomdarî got: "Gelê me di vê pêvajoyê de di qadên siyasî û leşkerî de şerê rûmet, azadî, ewlehî û nasnameyê dike. Ji bo ewlehî û aramiya herêmê û tevahî cîhanê ji terorê em dixebitin."

Îbrahîm Qeftan bal kişand ser serkeftinên QSD'ê û rizgarkirina herêmê ji hêzên tarî û wiha domand: "Ev serkeftinên bi pêşengtiya jinan hatin bidestxistin, ji me re serferzî û şehnazî ye."

Piştre hevseroka MSD'ê Emîna Omer destnîşan kir ku şehîd Hevrîn Xelef jineke sivîl û siyasetmedar bû, nûnertiya partiyeke siyasî dikir û tu têkiliyên wê bi ajnîdeyên leşkerî re tunebû, bi xwîneke sar ew şehîd xistin.

Emîna Omer got, Hevrîn Xelef şehîd xistin ji ber ji jina azad û têkoşer re ditirsin. Lê jina azad tu carî namire.

Di çalakiyê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis jî îşaret pê kir ku kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan dighêjin asta sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê.

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcê şehîdxistina Hevrîn Xelef û got ku bêdengiya wan delîlê beşdarbûna wan di hedefkirina jinên azad de ye.

Ji fermandarên YPJ'ê Tohildan Qamişlo da zanîn ku êrişa hovane ya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarekî pêk hatin da ku komkujiyan pêk bînin û bêdengiya civaka navneteweyî rê li ber van komkujiyan vekir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Suryanî, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku jinan di her qadên jiyanî de  berxwedaneke efsanewî raber kir.

Li ser navê malbata şehîd Hevrîn û şehîd Ferhad axaftin hatin kirin. Mablatan soza şopandina xeta zarokên xwe yên şehîd heta pêkanîna serkeftinê da û banga hesabxwestinê qatilan di dadgehên navnetewî de kir.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser dîrok û têkoşîna şehîd Hevrîn hate pêşandan.

Malbata şehîd Hevrîn xelata aştiyê ya Hevrîn Xelef da nûçegihanê kanala Al-Arabiya û Al-Arabiya Al-Hadath Cuma Ekaş yê ku doza şehîd Hevrîn bi lêpirsîn û raporekê li ser jiyana wê şopand û rêvebera Komîteya Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Mizgîn Hesen a ku ji bo dosyaya şehîd Hevrîn Xelef 500 îmze kom kir.

Di dawiya çalakiyê de, beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JW8FM9NF3gc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>