Kongreya Star a Lubnanê şehîd Hevrîn bi bîr anî

Kongreya Star a Lubnanê, bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef panelek li dar xist.

Kongreya Star a Lubnanê şehîd Hevrîn bi bîr anî
12 cotmeh, 2020   19:23
BEYRÛT

Panel li paytexta Lubnan, Beyrûtê, bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongreya Star hate lidarxistin û bi deqeya rêzgirtin dest pê kir.

Di panelê de endama Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star Zexala Remo axivî, şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û got: "Em Kongreya Star ji vir, nameyekê didin Erdogan û çeteyên wê, dibêjin ku şêweyê şehîdxistina Hevrîn Xelef, rastiya bêexlaq, rêbazên wê yê wehşî û hovîtiya we nîşan dide. Em teqez dikin ku Hevrîn wê herim zindî be û wê dîroka we  jî hertim reş be. Em ked û xebata şehîd Hevrîn Xelef ji bîr nakin, heta ku Erdogan û çeteyên wê neyên cezakirin em ê nesekinin."

Dayika şehîd Rojînda Efrîn jî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan e.

Panel bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA