Meclisên Reqayê: Divê terorkirina Hevrîn Xelef bê ronîkirin

Meclisên gel ên Reqayê, îro, parka bi navê şehîd Hevrîn Xelef vekir. Meclisan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û dewletên cîhanê kir ku li dijî sûc û kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û li ser dosyaya suîqastkirina şehîd Hevrîn Xelef bixebitin.

Meclisên Reqayê: Divê terorkirina Hevrîn Xelef bê ronîkirin
Meclisên Reqayê: Divê terorkirina Hevrîn Xelef bê ronîkirin
Meclisên Reqayê: Divê terorkirina Hevrîn Xelef bê ronîkirin
Meclisên Reqayê: Divê terorkirina Hevrîn Xelef bê ronîkirin
Meclisên Reqayê: Divê terorkirina Hevrîn Xelef bê ronîkirin
Meclisên Reqayê: Divê terorkirina Hevrîn Xelef bê ronîkirin
12 cotmeh, 2020   19:04
REQA

Bi dehan endamên meclisên herêmî li parka Şehîd Hevrîn a ku îro bi boneya salvegera yekemîn a şehadetê vebûye kom bûn û daxauyaniyek da. Endama Mala Jinan Şems Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê meclisa gel em îro li vir bi serbilindî sekinîne û bejna xwe li beramber rihê şehîd Hevrîn Xelef ditewînin. Hevrîn Xelef jiyana xwe di gotina durist de da.

Hevrîn Xelef jina ciwan, endazyara civakî bû, parastina mafên jinan dikir. Siyasetmedara MSD’ê û Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ji hêla komên çekdar ên bi piştevaniya dewleta Tirk hate hedefgirtin. Di vê rojê de yasemîna biharê hat qetilkirin.

Em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û tevahî dewletên cîhanê ya azad dikin, her wiha bang li NY’yê dikin ku tenê carek be jî bi erka xwe li dijî dijminê hov û sûcdar rabin.

Silav li rihê te yê paqij, silav ji yasemîna pêşerojê re, silav li her têkoşereke azad re."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HhqAcRUybkA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>