Fransa bang li Tirkiyê kir ku dest ji provakasyonan berde

Fransa, ragihandin, ji ber ku Tirkiyê keştiya "Oruc Reis" ji bo lêgerînê dişîne herêma rojhilatê Deryaya Spî ya ku beşek Yewnanistanê ye, ew bi fikar e û bang li rayedarên Tirk kir ku dest ji provakasyonan berde.

Fransa bang li Tirkiyê kir ku dest ji provakasyonan berde
12 cotmeh, 2020   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Derve ya Fransa, Agnes von der Molle, di kongreyeke çapemeniyê de got: " Em ji nûçeyên ku Tirkiye keştiya lêgerînê Oruc Reis dişîne deverek ku rasterast nêzê giravên Castelorizo ​​û Rhodes ên Yewnanistanê ye bi fikar in."

Von der Molle got: "Em hêvî dikin ku Tirkiyê berpirsiyariyên xwe bicîh bîne, dev ji provakasyonên nû berde û delîlên rastîn ên dilxwaziya xwe ji bo diyalogê li ser bingeha prensîba dilsoziyê pêşkêş bike."

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê bi bîr xist ku Konseya Ewropayê 1'ê Cotmehê bi zelalî bang li Tirkiîyê kiribû, ku di dest ji tedbîrên yekalî berde ku berovajî berjewendîyên Yekitiya Ewropayê ne û qanûna navneteweyî û mafên serwerî yên dewletên endamên Yekitiya Ewropî binpê dike.