Li herêmên “Bêçek” di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer       

Li herêmên “Bêçek” şer di navbera çeteyên dewlet Tirk û hêzên hikumeta Şamê de derket. Her wiha hêzên hikumetê careke din gundewarên Idlibê da ber topan. 

Li herêmên “Bêçek” di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer       
12 cotmeh, 2020   11:22
​​​​​​​NAVENDA NÛҪEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li eniyê Mernaz li gundewarên rojavayê Helebê bi çekên giran bi hev ketin.

Di heman çarçoveyê de, hêzên hikumetê careke din bajarok û gundên başûrê gundewarê Idibê topbaran kir. Tu agahiyên derbarê windahiyan de nehatin bidestxistin.