Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê şehîd Egîd Civyan bi bîr anî

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyêkê fermandar Egîd Civyan bi bîr anî. Malbatên şehîdan diyar kir ku bi saya ked û têkoşîna şehîdan gelê Şengalê xwe bi rê ve dibe û dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê şehîd Egîd Civyan bi bîr anî
12 cotmeh, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê de wiha hate gotin:

“Em di serî de di şexse Egîdê çiyaye Şengalê hevrê Egîd Civyan û hemû şehîdên Fermanê û şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Di heman demê de ji bo malbata hevrê Egîd sersaxiyê dixwazin.

Em wek gelê Şengalê bi taybetî jî wek malbatên şehîdan bi şehadeta hevrê Egîd xemgîn bûn û pê eşiyan.

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de yên qaşo Şengal diparastin em bi qirkirinê re rû bi rû hiştin û reviyan. Lê yên wekî hevrê Egîd berê xwe da çiyayê Şengalê û ji bo azadiya gelê Şengalê û rizgarkirina Şengalê tê koşîn û kedek mezin dan. Hevrê Egîd yek ji wan kesan bû ku destpêkê xwe gihand hewara jin, zarok û gelê êzidî. Şehîd Egîd ne tenê Şengal rizgar kir û gelê êzidî ji qirkirinê rizgar kir, di heman demê de ji bo gelê êzidî bibe xwedî hêz û rêxistin, gelek ked û têkoşîn da.

Têkoşîna wî ya 3 salên ku li Şengalê daye, ne tenê bi hewara me hat. Di heman demê de gelê êzidî kir xwedî vîn, rêxistin û hêza xwe ya parastinê. Em bi keda hevrê Egîd îro xwedî hêz, rêxistin, parastin in û em êdî ne gelê beriya fermanê ne. Bi saya keda hevrê Egîd li Şengalê daye em xwe bi rê ve didbin û xwe diparêzin.  Bi vî awayî bû Derwêşe çiyayê Şengalê. Hevrê Egîd bi fedakarî û kedek emezin û wêrekî gelê me ji destê hovên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Bi fermandariya hevrê Egîd gelê êzidî û bîr û baweriya êzdayetî tune nebû û planên dijmin vala derketin. Çiya û gelê êzidî ji dorpêça dijminên civaka êzidî rizgar bû. Dema Şengal rizgar bû û dema şerê rizgarkirina Şengalê de jî hevrê Egîd bi taybet bi perwerdekirina civaka êzidî jî ked da. Bi vê keda wî û keda şehîdên rizgarkirina Şengale civaka êzidî xwe û heza xwe nas kir û xwe bi rêxistin kir. Hevrê Egîd ne tenê di aliyê leşkerî de fermandar bû, di heman demê de jî rêxistinkirina gelê êzidî jî xwedî kedeke mezin bû. Rêya ku nîşanî me dida xwedî ked û axa xwe derketin bû.

Egîdê çiyayê Şengalê hevrê Egîd Civyan jî li kelaka mamê Êzidxanê Zekî Şengalî ji bo tifaq û yekbûyîna civaka êzidî gelek kar û xebat da meşandin. Ji bo gelê êzidî bibe tifaq, Şengal bibe ya şengaliyan, ji bo xweseriya Şengalê kêlî bi kêlî xebat dida meşandin. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de xwedî kesayeteke şoreşger, wêrek, bîr û bawerî bû. Bê ferq û cudahî têxe nava gelan ji bo azadiya gelan jiyana xwe fedayî têkoşîna gelên azadîxwaz kir. Bi vê ked û seknê hevrê Egîd di nav dilê civaka êzidî de cihe xwe girt û bû Egîdê gelê Şengal û çiyayê Şengalê. Em ê li ked û rêya Egîdan xwedî derkevin û pê şopa wan bin. Mîrasa ku ji me re hiştiye em ê berdewam bikin û heta mîsogeriya xweseriya Şengalê bi dest bixin, em ê şopdarên rêya şehîdan bin. Em careke din hev rê Egîd bi minetdarî bi bîr tînin û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin.”