Komên girêdayî Îranê rawestandina hedefgirtina hêzên Amerîkayê li Iraqê ragihand

Komên iraqî yên girêdayî Îranê ragihand ku wan heya demekê hedefgirtina hêzên Amerîkayê li Iraqê rawestandiye.   

Komên girêdayî Îranê rawestandina hedefgirtina hêzên Amerîkayê li Iraqê ragihand
12 cotmeh, 2020   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berdevkê Tabûrên Hizbullahê Mihemed Mihyî, komên iraqî ku Îran piştgiriya wan dike bi mercê ku hêzên Amerîkayê di demeke gunceaw de, wê êrişên xwe yên li dijî hebûna Amerîkayê li Iraqê rawestînin.

Li aliyekî din hikumeta Iraqê rawestandina hedefgirtina balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi armanca gihaştina agirbesteke bi şert derewand.   

Mihyî diyar kir ku piştî destwerdana hin kesên sereke û navbeynkar ji bo îqnakirina van koman da ku heta dawiya hilbijartinan Amerîkayê topbaranê rawestînin, pêk hat.

Her wiha da zanîn ku ger Amerîka hêzên xwe nekişîne, komên çekdar dê careke din bi hemû derfetên xwe dest bi êrişan bikin.