Yewnanistan: Bawerî bi kiryarên Tirkiyê tune ye

Yewnanistê da zanîn ku dewleta Tirk dê keştiyekê ji bo lêkolînkirina gazê bişîne rojhilatê Deryaya Spî û ev yek şermezar kir û wekî kiryarên dijminane û derqanûnî  wesf kir.

Yewnanistan: Bawerî bi kiryarên Tirkiyê tune ye
12 cotmeh, 2020   10:20
NAVEND NÛÇEYAN

Rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê ragihand ku keştiya Tirkiye ya Oruç Reis dê di nava deh rojan de li rojhilatê Deryaya Spî dest bi lêgerînê bike û Yewnanistanê der barê agahdarkirina deryayî ya ‘Navtex’ de rexne kir.

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê daxuyand ku keştiya Tirkiyê ne mafdar e ku li başûrê greva Kastelorizo ​​ya Yewnanistanê li gazê û petrolê bigere, di heman demê de gefan li aştî û ewlehiya herêmê dixwe.

Wezaretê diyar kir ku ev gav piştî çend rojan ji pabendiya Tirkiyê bi dema ji bo gereke nû ya di navbera her du aliyan de, pêk hatiye û diyar dibe ku Tirkiye hîn jî ne cidî ye û naxwaze diyalogên cidî li dar bixe. Her wiha wezaretê da zanîn ku Tirkiye israr dike ku taktîkên xwe yên dijminane û derqanûnî berdewam bike.

Wezaretê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku hîn jî Yewnanistan parastina serweriya sînorê xwe dike, di heman demê de ewlehî û aramiya her du herêman jî diparêze.

(eh)