Li Mexmûrê fermandar Egîd Civyan hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û fermandarê herêma Botanê Egîd Civyan bi merasîmekê hat bibîranîn.

Li Mexmûrê fermandar Egîd Civyan hat bibîranîn
12 cotmeh, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlêbûna şêniyên wargehê  ji bo endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û fermandarê herêma Botanê bi nasnav Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) merasîmekê hat lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Gel a Demokratik Yusif Kara li ser girîngiya rola fermandar Egîd Civyan ya di nava şoreşê de axivî û got: “Di kesayeta Fermandar Egid em hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînîn û bejna xwe li hember wan ditewînîn. Em wek gelê wargehê soza bilindkirina xeyalên wan û şopandina rêya wan didin. Em pêngava ‘Dem dema Azadiyê ya Serokatî’ ji dil û can silav dikin. Di keseyetiya van pakrewana de wê rêya me ya sereke azadkirina  Rêbertî, Kurdistan û tinekirina deshiladariya heyî û xiyanetkaran be.”

Li ser navê malbata Şehîd, Osman Şedal  jî di destpêkê de xêrhatina kesên amade kir û  got: “Şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gel Kurd û gelê amade ye. Serê Serokatî, gelê amade û malbatê saxbe. Em wek malbat spasiya gelê xwe dikin ku îro êşa me parve kirin.”

Merasîm bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.