Dewleta Tirk wê careke din keştiyê rêbike rojhilatê Deryaya Spî

Hêzên deryayî ya dewleta Tirk ragihand ku keştiya Uruk Reis di nava deh rojên pêş de dê li rojhilatê Deryaya Spî keşfekê bike.

Dewleta Tirk wê careke din keştiyê rêbike rojhilatê Deryaya Spî
12 cotmeh, 2020   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên deryayî ya dewleta Tirk ragihandin ku  du keştiyên din ku ew jî Ataman û Cengîz Xan li gel Uruk Reis dê ji îro û heta 22`ê vê mehê li herêma başûrê Greva Greek Kastellorizo keşfê bikin.

Nakokiya di navbera Yewnanîstan û Tirkiyê de ji petrol û gaza di rojhilatê Deryaya Spî de destpê kir. Hefteya derbasbûyî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye û Yewnanistanê civyan û der barê nakokiyên heyî li hev kirin ku dê diyaloganên dualî li dar bixin.

Hêjayî bi bîrxistinê ku dewleta Tirk beriya civîna lûtkeya Yekitiya Ewropa keştiya Uruk Reis ji deryaya ku rageşî li ser heye, vekişand.

Di heman demê de Yekitiya Ewropa jî piştî lûtkeyê piştrast kir ku eger  Enqerayê di gavên xwe dewam bike, wê rageşiya di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê gurtir bike û dibe ku ceza jî li Tirkiyê werin birîn.

(eh)