Şêniyên Dirbêsiyê: Armanca ji gotegotan têkbirina aramiyê ye

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kir ku armanca belavkirina gotegotan ew e ku li herêmê tevliheviyê derxîne û aramiya wê têk bibin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Armanca ji gotegotan têkbirina aramiyê ye
12 cotmeh, 2020   07:55
HESEKÊ – BOTAN HISÊN – OLVA HAC MENSOR

Ev demek e di nava şêniyên navçeya Dirbêsiyê de tê gotin ku dewleta Tirk di salvegera dagirkirina Serêkaniye û Girê spî dê operasyonek leşkerî ya nû dest pê bike ev yek jî bûye sedema fikar û bê istîqrariyê di nav şêniyên bajêr û gundan de.

Şêniyên Dirbêsiyê têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku armanca van gotegotan valakirina herêmê ji şêniyên wê ye.

Welatiya bi navê Fatima Keleş got: " Gotegotên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê me netirsîne ji ber ew şerekî taybet e û armanc dike ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û herêmê ji niştecihên wê bide valakirin. Axa me bi xwîna şehîdan hate avdan û em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî wê biparêzin."

Şerîfa Hisên jî îsrara xwe ya mayîna li bajêr nîşan da û wiha got: "Gotegotên êrişek leşkerî derew in em ê li malên xwe bimînin."

Welatiyê bi nave Îmad Biro jî da zanîn ku dijminên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek rêbazan bikar tînin da ku gelên herêmê û vîna wan bi şerê taybet bişkînin, armanca wê herêmê vala bikin da ku bi hêsanî dagir bikin.

Biro axaftina xwe wiha domand: "Dijmin her demê li dijî herêmên sivîlan êrişan pêk tîne. Em ê li rex hêzên xwe yên leşkerî bisekinin da ku êrişên dagirkeran û ҫeteyên wê bişkînin."

Mistafa El-Cozatî gotegot û gotinên di nav gel belav dibin derewandin û wiha berdewam kir: " Em jiyana xwe ya rojane dijîn û karê xwe dikin û guh nadin tiştên ku têne belavkirin."

Asma El-Sirk teqez kir ku pêwîst e gel bi awayekî zanebûn li van gotegotan û armanca van gotegotan binêre.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X3Z3MHtcu1w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>