Rastiya hovîtiya  dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li ser zimanê şahîdekê

Jineke ku ji girtîgehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xilas bûye, sûcên çeteyan di girtîgehan de vegotin û destnîşan kir ku li Efrînê rojane bûyerên revandin û destavêtin rû didin.

Rastiya hovîtiya  dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li ser zimanê şahîdekê
12 cotmeh, 2020   07:00
HELEB-HENEN MIHEMED

Ji zêdetirî du salan ve ji dema dagirkirina Efrînê ve, li kantonê bûyerên kuştin, girtin, talankirin, desteserkirin û destavêtina jinan rû didin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê bi van sûcên xwe hewl didin zextê li şêniyên Efrînê yên resen bikin û bidin koçberkirin. Da ku siyaseta guhertina demografiya herêmê û asîmlekirina wê bidomînin ji bo hêsankirina tevlêkirina wan herêmên Sûriyê ji Tirkiyê re.

Jineke ji girtîgehên çeteyan revî û niha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne. Ev jin bû şahidê sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan.

Jina bi navên (F.E) a 50 salî deteyên hemleyên revandinê yên ku çeteyan li dijî şêniyan dane meşandin piştî ku dagir kir, vegotin û anî ziman ku jin herî zêde ji aliyê çeteyan ve dihatin revandin.

F.E. got: “Ez li mala xwişka xwe dimam. Piştî du mehan, cîranê me bi navê Tariq ê ji pêkhateya Ereb hat û ji min xwest ku ji mala xwişka xwe derkevim, da ku çete alîkariyê li me belav bikim. Ez pê hesiyam ku hewl dide min bide girtin.”

F.E.  destnîşan kir ku di girtîgeha ku ew têde dima ji hêla leşkerî artêşa Tirk a dagirker ve dihate birêvebirin û di nav wan de kurdekî ji bajarê Rihayê hebû.

 F.E. bilêv kir ku dema wê alîkarî jê xwest ku pêdiviyên pêwîst ji wê re peyda bike, wî kesê Kurd bersiv da û got ku ew nikare alîkariya wê bike û ew tenê fermanan pêk tînin.

'RÊWÎTIYÊN VEGUHASTINA JI GIRTÎGEHEKÊ BER BI GIRÎGEHEKE DIN VE'

F.E. di berdawama vegotina serpêhatiye xwe de got: “Piştî lêpirsînan, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û di nav de kurdê ji Rihayê hatin û gotin winê bibin mîvanên me. Çavên me girtin, destên me girêdan û em birin girtîgeheke din.” F.E. texmîn dike ku girtîgeha Seco be.

F.E. wiha domand: “Piştî ku em gihaştin girtîgehê, 37 ciwan ji bajarê Efrînê û navçeyê wê anîn û kirin hucreyekê. Leşkerekî artêşa Tirk hat û bi alavekê ku navê wê Sût bû li girtiyan da û av li ser wan qut kir.”

F.E. wiha pê de çû; “Di heman rojê de piştî nîvro, çeteyan komeke ji ciwan û jinên ciwan gotin ku li nexweşxaneyên Efrînê kar dikin, anîn girtîgehê. Piştre em jin birin girtîgeheke din li jêrzemînan. Derdora 125 jinên ciwan û jinek hebû. Hemû bi hinceta ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin hatibûn girtin.”

Têkildarî rêbazên îşkence û sûcên ku rastî girtiyan tê F.E. got: “Artêşa Tirk a dagirker bi rêya kehrebeyê ciwan îşkence dikirin. Ciwanek bi navê Hemze ji gundê Xulilka hate kuştin. Wêneyê wî ji xwişka wî re ya ku bi me re dima birin.”

F.E. girêdayî îşkencekirina jinên ciwan got: “Leşkerên artêşa Tirk saet di 2:00`an ber destê sibê av li wan dikir da ku şiyar bin û dibirin odeya îşkenceyê. Li wir ji ber hovîtiya îşkenceyê me dengê qêrîna wan dibihîst.”

F.E. destnîşan kir ku ew bûye şahidê îşkencekirina jinekê ji gundê Mist Aşûra yê navçeya Mabatayê ku tevî keça xwe ya 12 salî hatiye girtin û got: “Her şev li pêşiya zaroka wê îşkence lê dikirin. Hewl da xwe bikuje. Her jinek diaxive û banga mafên xwe dike rastî lêdanê dihat.”

F.E. di dawiya vegotina serpêhatiya xwe de got: “Li Efrînê rojane bûyerên kuştin, destavêtin, zewicandina bi temenê biçûk di bin zora çekan de, girtin û îşkencekirin rû didin. Ji ber ku em maf û axa xwe dixwazin, van sûcan li dijî me pêk tînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/thcBPdEtesM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>