Şaneyên girêdayî hikumeta Şamê û alîgirên wan li rojhilatê gundewarên Dêrazorê çalak dibin

Fermandarekî leşkerî ragihand ku şaneyên veşartî yên girêdayî Îran û hikumeta Şamê li rojhilatê gundewarên Dêrazorê aktîf dibin, saziyên sivîl û kesayetên ji eşîran hedef digirin. Her wiha  rûsipiyekî eşîra Şiêtat bang li QSD’ê kir wan şaneyan bigirin.

Şaneyên girêdayî hikumeta Şamê û alîgirên wan li rojhilatê gundewarên Dêrazorê çalak dibin
12 cotmeh, 2020   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Piştî têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê di Adara 2019’an de, çeteyên DAIŞ’ê xwe mîna şaneyên veşartî bi rêxistin kir.

Di dawiyê Tîrmeh û destpêka Tebaxê de bi rasthatina tevgerên Îran û hikumeta Şamê li herêmê de û hevdîtinên wan bi kesayetên girêdayî wan re, gelek êrişên suîqastkirinê li dijî rûspî û şêxên eşîrên herêmê pêk hatin. Ew suîqastkirin jî bi hewldana afirandina fîtneya di navbera Kurd û ereban de bû û hikumeta Şamê jî ji vê yekê sûd werdigirt.

'BELAVKIRINA ALOZÎ Û TEVLIHEVIYÊ LI HERÊMÊ'

Girêdayî mijarê, fermandarekî QSD’ê Reyan Şenan ji axivî û da zanîn ku piraniya şaneyên li herêmê girêdayî milîsên Îran û hikumeta Şamê ne.

Şenan destnîşan kir ku di demên borî de gelek hemleyên ewlehî li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê pêk hatin.

Şenan diyar kir ku şaneyên girêdayî şaxên ewlehî yên hikumeta Şamê û Îranê saziyên civaka sivîl, rûspiyên eşîr û kesayetên civakî yên li herêmê hedef digirin û alozî û tevliheviyê belav dikin.

Şenan da zanîn ku hedefa hikumeta Şamê û Îranê û pişta wan Rûsya ji belavkirina aloziyê, ew e herêmên QSD`ê wekî herêmên ne ewle bidin nîşandan.

'DIVÊ QSD’Ê Û EŞÎRÊN EREB LI HEMBER ŞANEYÊN VEŞARTÎ HEVGIRTÎ BIN'

Ne tenê li herêm şaneyên veşartî yên DAIŞ, hikumeta Şamê û Îranê hene, lê belê şaneyên veşartî yên girêdayî dewleta Tirk û çeteyên wê jî hene ku ev jî dixwazin aloziyê li herêmê biafirîn û biratiya kurdî-erebî hedef digirin.

Girêdayî mijarê, rûspiyekî eşîra Şiêtat a gundewarê rojhilatê Dêrazorê Sabit Hemad Îd bang li QSD’ê kir ku hemleyên ewlehî yên li dijî şaneyên li herêmê zêde bike.

Sabit Hemad Îd wiha domand: "Em dixwazin hêzên ewlehî ji vê xurtir be, her wiha dixwazin bi hev re ewlehiyê li herêmê bisepînin."

Hemad Îd piştrast kir ku pêdivî bi muhasebekirina her aliyekî gunebar heye, ji ber nehesabxwestin dê bi xwe re aloziyê bîne û şaneyên veşartî jî wê vê rewşê wekî derfet bikar bînin.

QSD’ê ji 4’ê Hezîrana îsal ve rêzehemleyên leşkerî yên serdegirtinên şaneyên veşartî li herêmê de bi navê hemleya "Tunekirina terorê" dest pê kirine. Di encamê de bi dehan endamên şaneyên veşartî li herêmê girtin. Têkiliyan wan şaneyan bi şaxên ewlehî yên hikumeta Şamê, bi Tirkiyê û çeteyên DAIŞ’ê re hebûn.

(fr)

ANHA