ꞌBiryarên Sûriyê di destê Rûsya û Îranê de ne lê divê hikumeta Şamê gelê Sûriyê esas bigire'

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê da zanîn ku hikumeta Şamê nikare xwe ji hişmendiya xwe ya serdestiyê rizgar bike, dan û standina bi Rêveberiya Xweser re red dike.

ꞌBiryarên Sûriyê di destê Rûsya û Îranê de ne lê divê hikumeta Şamê gelê Sûriyê esas bigire'
12 cotmeh, 2020   09:42
HESEKÊ-BOTAN HIISÊN-OLVA HEC MENSÛR

Ji beriya çend salan ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga lidarxistina diyalogan bi hikumeta Sûriyê re dike û di vê çarçoveyê de gelek komxebat li dar xisitn. Ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê, Rêveberiya Xweser serdana baregeha Himêmîm a Rûsyayê kir.

Lê hikumeta Şamê dev ji hişmendiya xwe ya kevn bernade. Ev jî li pêşiya pêkanîna pêşketinan di diyalogan de dibe kelem. Ji ber ku hikumeta Şamê xwe ji dan û standinan dida alî û her carê li pêşiya Rêveberiya Xweser astengiyan derdixe, dan û standin bê encam man.

Çavdêran diyar kir ku hikumeta Şamê tenê eynikeke siyasî, lê Rûsya û Îran bi armanca dirêjkirina temenê aloziya da ku destkeftiyên bêtir bi dest bixin, biryarên girêdayî wî distînin.

Şêniyê bi navê Xalid Şêxo ji Dirbêsiyê li kantoan Hesekê ye, têkildarî sedemên neqebûlkirina hikumeta Şamê pêkanîna dan û standinan bi Rêveberiya Xweser re got: "Hikumeta Sûriyê hîn jî di bin bandora hişmendiya xwe ya desthilatdariyê de ye û bi hêsanî, zû bi zû dev ji helwest û berjewendiyên xwe yên taybet bernade."

Xalid Şêxo ev yek li gotina xwe zêde: "Hikumeta Şamê tu carî li xwestekên gelê Sûriyê guhdarî nekirine, ji ber wê îro jî xwe ji dan û standinên bi Rêveberiya Xweser dûr dixe û dixwaze rewşê wekî beriya 2011`an vegerîne."

Xalid Şêxo bal kişand ser guhartinên di cîhanê û bi taybet li Sûriyê çêbûn û wiha pê de çû: "Tevî di qada cîhanê û nexasim a Sûriyê de guhartin çêbûn, Qanûna Qeyser li ser rejîma Sûriyê hate ferzkirin, zextên li ser rejîmê têne kirin, lê dîsa jî hikumeta Şamê bi awayekî cidî li guhartinên rû didin, nanêre."

Xalid Şêxo destnîşan kir ku hikumeta Şamê, nabîne ku Sûriye ber bi bi qonaxeke pêşketî ve diçe ku di nava xwe de demokrasiyê, biratiya gelan û aştiyê bihewîne û wiha domand: "Lewra divê hikumeta Şamê ji bo diyalogên bi Rêveberiya Xweser re gelê Sûriyê ji xwe re bike bingeh û dev ji berjewendiyên xwe yên partiyet û kursiyan berde, li gel vê divê Sûriyê ji parçebûnê biparêze û tevahiya astengiyan li milekî deyne.”

Şêniyê bi navê Ferhan Mîrzo da zanîn ku hikumeta Şamê dan û standinên bi Rêveberiya Xweser re red dike, ji ber ku biryara wê ne bi destê wê ye û ketiye destê Rûsya û Îranê. Ferhan Mîrzo wiha berdewam kir: “Li herêmê gelek guhartin çêbûn û divê hikumeta Şamê li gorî qonaxa nû tev bigere. Bi vî şeklî dê bikare bi Rêveberiya Xweser re peymanakê li dar bixe.”

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Edla Misto rave kir ku ji ber ku Rêveberiya Xweser tevahiya pêkhateyên herêmê digire nava xwe, hikumeta Şamê bi nêrîneke şovenîst li rêveberiyê dinêre. Helwesta ku hikumeta Şamê nîşan dide jî encamên zetên Rûsya û Îranê ne.

ꞌDIVÊ HIKUMET DAN Û STANDINAN BIKEꞌ

Edla Misto di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê hikumeta Şamê diyalogan bi Rêveberiya Xweser re erê bike, da ku rê li pêşiya parçekirina Sûriyê bigirin û wiha pê de çû: "Dewletên ku desteka Şamê dikin, dixwazin aloziya welêt dirêj bike da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Heke bi Rêveberiya Xweser îtîraf nekir dê çarenûsa wê ne diyar be."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cFSIeWcElh4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>