Keşeyê Dêra Ermenan Hofsêb Hene Beydo û bavî wî hatin bibîranîn

Ermeniyên Qamişlo di salvegera yekemîn a şehadeta keşeyê Dêra Mar Yûsif a  Ermeniyan Hofsêb Hene Beydo û bavê wî Hene Îbrahîm Beydo, li Dêra Maryem Ezra merasima bîranînê li dar xistin û li Dêra El-Keldan jî merasima sersaxiyê orgenîz kirin.

Keşeyê Dêra Ermenan Hofsêb Hene Beydo û bavî wî hatin bibîranîn
Keşeyê Dêra Ermenan Hofsêb Hene Beydo û bavî wî hatin bibîranîn
Keşeyê Dêra Ermenan Hofsêb Hene Beydo û bavî wî hatin bibîranîn
Keşeyê Dêra Ermenan Hofsêb Hene Beydo û bavî wî hatin bibîranîn
11 cotmeh, 2020   10:31
QAMİŞLO

Îro Ermeniyên bajarê Qamişlo keşeyê Dêra Mar Yûsif a Ermeniyan Hofsêb Hene Beydo û bavî wî ku di 11`ê Îlona 2019'an de li ser rêya Hesekê-Dêrzorê di kemîneke DAIŞ'ê de şehîd bûbûn, di yekemîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anî.

Merasîma bîranînê li Dêra  Maryem Ezra a bajarê Qamişlo bi nimêjê dest pê kir. Piştre li Dêra El-Keldan sersaxî hate xwestin.

Birayê Hofsêb Hene Beydo, Corc Beydo di merasimê de axivî û diyar kir ku birayê wî û bavê wî dema ku ji bo avakirina dereke berê xwe didan bajarê Dêrazorê, bi awayekî hovane hatin kuştin.

ANHA