Li Idlibê dema karwanê artêşa dagirker derbas bû mayînek teqiya

Li nêzî bajarokê Kefernaya yê gundewarên Idlibê dema karwanekî artêşa Tirk a dagirker derbas dibû, teqînek pêk hat di encamê de wesayîteke leşkerî zirar dît.

Li Idlibê dema karwanê artêşa dagirker derbas bû mayînek teqiya
11 cotmeh, 2020   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dema karwanekî dewleta Tirk a dagirker li nêzî bajarokê Kefernaya yê li başûrê gundewarên Idlibê de derbas dibû, mayînek teqiye. Di encama teqînê de zirar bi wesayîteke leşkerî hat. Her wiha tu agahiyên derbarê windahiyan de nehatin bi dest xistin.

SOHR'ê beriya 3 rojan weşandibû ku dewriyeyeke leşkerî ya bi tena serê xwe ji hêla hêzên Tirk ve li ser rêya navneteweyî ya Laziqiye-Heleb hatibû meşandin. Dewrî ji bajarokê Nêreb li rojhilatê Idlib dest pê kir û ber bi herêma Eyn Hûr ve li gundewarê bakurê Laziqiyê li ser riya M4 çû.

Wê demê dewleta Tirk li gel firîna zêde ya balafirên keşfê yên Tirk, hêzên xwe li ser rêya navneteweyî ya Laziqiyê-Heleb, li gundewarên başûrê Idlibê û rojavayê wê belav kiribûn, rêyên şaxî yên ku digihêjin M4 qut kiribûn.