"Ji bo dan û standinên aştiyê bi Îsraîlê re" Ebas û Donald Lauder li hev civîn

Reutresê bi bîr xist ku duh bi şev li Difa Xerbiye bi armanca vejandina dan û standinên aştiyê bi Îsraîlê re, serokê Filistînê Mehmûd Ebas bi serokê kongreya cihuyan a cîhanê Ronald Lauder re civiye.

"Ji bo dan û standinên aştiyê bi Îsraîlê re" Ebas û Donald Lauder li hev civîn
11 cotmeh, 2020   10:36
XEZA

Wezîrê Karûbarê Sivîlan a Firlistînê, Hisên El-Şêx li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Birêz Mehmûd Ebas li avahiya xwe ya li Ramallahê, piştî niştî nîvro serokê kongreya cihuyan a cîhanê Ronald Lauder pêşwazî kir."

Kongreya cihuyan a cîhanê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: " Lauder bi Ebas re di çarçoveya  serdaneke taybet li ser vexwendnameya Ebas ji bo nîqaşkirina dozên girêdayî Filistîn û Rojhilata Navîn, civiye."

Lauder bazirganekî ji Amerîkayê ye. Beriya salekê li New York bi Ebas re rûniştiye. Ji rojnameya Ereb News a Erebistana Siûdî re di navîna Îlona borî de gotibû, ew hêv dike ku lihevkirin, Filistîn û Îsraîlê vegerîne dan û standinên aştiyê yên ku di 2014`an de hilweşîne.

Reutresê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ji Filistînê ragihand ku Ebas vexwendnameya ku ji Neteweyîn Yekbûyî ji bo lidarxistina kongreya aştiyê bi pêşengiya NY`î di destpêka sala bê, şandiye, nîqaş kir.

Girêdayî heman mijarê çavkaniyên ji Amerîkayê got ku serdana Lauder bi koordîneyeke amerîkî ve ne girêdayî ye. Li gorî Reutresê Koşka Spî girêdayî serdanê tu daxuyanî nedaye.

 (şx)